Ferhan Hec Îsa: Armanca "lihevkirinan" vegere beriya 2011’an

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa rêbaza ku hikumeta Şamê li hember çareserkirina krîza Sûriyê pêk tîne, red kir û da zanîn ku "lihevkirin" fitne ye û tu sûdê nade xebatên siyasî.

Ferhan Hec Îsa: Armanca "lihevkirinan" vegere beriya 2011’an
2 sibat, 2022   07:40
REQA-EHMED EL-ESAF

Hîna jî qaşo karên "çareserî û lihevkirinan" li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de li ser ekran û dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê, rojevên sereke ne. Lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî ev yek red kirin û şermezar kirin.

Serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Firatê Ferhan Hec Îsa ji ajansa me re axivî û wiha got: "Zêdetirî 10 salan di ser krîza Sûriyê re derbas bû ku binesazî û heta mûzaîka civakî bi rêya kiryarên hundirîn û derve hatin wêrankirin. Lê ji destpêkê ve rejîma Sûriyê berpirsê yekemîn e."

Hec Îsa wiha domand: " Dewleta Sûriyê bû dewleteke hilweşiyayî û ji mezintirîn dewletên tê de gendelî heye. Ew jî ji bo zihniyeta wê ya ku ji salên 1960’î heta îro pêk tîne ye. Lê mixabin rejîm doza neteweyî ku gelê me pê rabûye dozeke emnî dibîne."

Her wiha da zanîn ku rejîm li çareyeke bikok ji vê krîzê re nagere, lê belê dixwaze li herêmên di bin kontrola wê de "lihevkirinan" pêk bîne da ku zihniyeta xwe ya faşîst îsbat bike.

Hec Îsa destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi van "lihevkirinên" ku bi rêya saziyên xwe yên ewlehî û şaneyên girêdayî xwe pêk tîne, wekî ku tiştek li vî welatî çênebûye tev digere û wiha lê zêde kir: "Dixwaze bi vê yekê mirov xwe daxe û destan ramûse, her wiha saziyên wê yên ewlehiyê jî ev yek bi "daxwaza razîbûnê" bi nav kir. Lê di rastiyê de ev ji bo sûriyan heqaret e."

Hec Îsa anî ziman ku divê diyalog pêk were û tê de tevahî pêkhate beşdar bibin ku krîza Sûriyê were çareserkirin û wiha pê de çû: "Ev "lihevkirin" ji dosa Sûriyê re nabe çareserî. Ji ber ku divê doza Sûriyê li ser maseyekê û tê de tevahî aliyên Sûriyê beşdar bibin û yên bi xebata aştiyane ya demokratîk bawer in jî beşdar bibin. Her wiha divê rejîm jî beşdar bibe, ji ber ew aliyekî li ser vê xakê ye. Doza neteweyî ya gelê Sûriyê ye."

Hec Îsa ev tişt got: "Ev tişta ku saziyên ewlehiyê yên rejîmê li Reqa, Dêrazorê û hwd pêk tînin propagandayên ji bo hikumeta Şamê ne. Ev "lihevkirin" zihniyeta Şamê diyar dike ku tu pêşeroja wê tune ye."

Serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev "lihevkirin" kaniya fitneyê ji gelê Sûriyê bi giştî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet re ye. Ev "lihevkirin" tu sûdê li xebata siyasî ya li vî welatî nakin."

(fr)

ANHA