Dilbirîn Kobanê: Ew surprîz li Erdogan zivirî

Fermandara YPJ`ê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku plansaziya êrişa DAIŞ’ê li bajarê Rihayê beriya demekê hatiye çêkirin û got “Ger plana DAIŞ’ê pêk bihata, dê her kesî para xwe ji komkujiyê bigirta.”

Dilbirîn Kobanê: Ew surprîz li Erdogan zivirî
1 sibat, 2022   02:46
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Dilbirîn Kobanê têkildarî serkeftina li hember DIAŞ’ê diyar kir ku wan dîsa cîhan ji xetereyeke mezin xilas kir û dîsa cîhan bû deyndarê wan û got: “Divê êdî her kes bi erka xwe rabe û ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navneteweyî bê avakirin.”

Der barê bidawîkirina operasyona paqijkirinê de Dilbirîn Kobanê destnîşan kir ku çeteyên hatine girtin, xistine zindanê û got: “Êdî tedbîrên mezin dê bên girtin û baldariyeke zêdetir dê hebe.”

Dilbirîn Kobanê, daxuyaniya Erdogan a beriya êrişan ku gotibû li dijî herêmê suprîzên me hene, bi bîr xist û got: “Ew suprîza ku Erdogan behs dikir, bi serkeftina hêzên me re lê zivirî.”

Êrişên DAIŞ’ê û rola YPJ`ê di serkeftina têkbirina êrişan de ji fermandarên YPJ`ê ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanê, duh di bernameya taybet a ANHA`yê de nirxandin.

‘BINGEHA ÊRIŞÊ LI RIHAYÊ HATIYE DANÎN’

Dilbirîn Kobanê behsa plana berfireh a DAIŞ’ê ya li Hesekê kir û got: “Destê gelek dewletan di vê êrişa li ser Hesekê de heye. Komên çete ji Serêkaniyê, Girê Spî û Iraqê hatin birêkirin. Di zindanê de jî xwestin tevliheviyekê çêkin da ku li ser Hesekê bi giştî êrişekê pêk bînin. Dewleta Tirk jî hevkar e. Bêyî destûra dewleta Tirk li dijî herêmê tu êriş, çi biçûk çi mezin, nayên kirin. Ew qas îspatên wê hene. Di êrişa Hesekê de destê hikumeta Şamê jî heye. Plansaziya êrişê li bajarê Rihayê hat çêkirin. Hemû çete li wir hatin komkirin, civîn ji wan re çêkirin û ji bo êrişê plan danîn pêşiya çeteyan. Hevdîtinên dewleta Tirk bi dewletan re bi taybet jî Rûsyayê re pêk dihat, encama amadekariya vê êrişê bû. Ne tenê Hesekê, li Eyn Îsa û Til Temirê êriş pêk anîn. Nexşeya plana wan wiha bû; ji Holê, Hesekê heya xeta Serêkaniyê bigirin.”

JI BO DAWÎKIRINA XETEREYÊ DIVE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BÊN PAQIJKIRIN

Têkildarî ji herêmên dagirkirî birêkirina çeteyan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Dilbirîn Kobanê bal kişand ser xetereya vê û wiha pê de çû: “Navenda perwerdekirina çeteyan li bajarê Rihayê bi xwe ye. Serêkaniyê û Girê Spî jî rêya wan nêz dike. Amadekariyên êrişan, perwerdeyên xwe li van herêman dibînin. Ev jî xetereyeke gelekî mezin e. Ev bajar divê ji van çete û dagirkeran bên paqijkirin. Her wiha ev xetere ne tenê li ser herêmên me ne. Komên çete yên ku tên avakirin, hemû ciwanên pêkhateyên me yên Ereb in. Van ciwanan bi hev didin kuştin. Vê rêbazê li Girê Spî, Efrîn, Serêkaniyê û bajarên di bin dagirkeriyê de didin meşandin. Divê gelê me yê Ereb baldar be û bizane ku dewleta Tirk dijminê gelan e.” 

‘CILÊN LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ LI TAXAN ÇI DIGERIN?’

Têkildarî daxuyaniya hikumeta Şamê ya der barê êrişan de, Dilbirîn Kobanê got: “Ev daxuyanî derveyî mirovahiyê bû. Bi vê daxuyaniyê şerê çeteyan rewa dike. Digotin hûn li wir şer dikin, avahiyên me hildiweşin. Diyar dibe ku planên wan bi hev re hene. Piştî operasyon hatin kirin, cilên leşkerên hikumeta Şamê li taxa Neşwa çi digerin? Ev encama amadekariya destpêka êrişê bû ku çeteyan cilên leşkerên hikumeta Şamê li xwe dikirin. Armanc dikirin ku komkujiyekê li herêmê bikin.”

Fermandara YPJ`ê Dilbirîn Kobanê destnîşan kir ku di êrişan de derket holê ku DAIŞ’ê hîna dersa xwe negirtiye û got: “Em hêzêke fedaî ne. Hêzên fedaî tu caran gav paşde naavêjin û li dijî êrişan bê deng namînin. Heye ku van çeteyan dersa xwe negirtibe. Careke din plan û êrişên wan bi keda lehengên me yên ku şehîd ketine û hevalên me yên di çeperên pêş de bûn, hatin têkbirin. Girtina dêriyê Sêmalka di çarçoveya plana vê êrişê de bû. Xwestin herêmê têxin dorpêçê û êriş bikin. Her wiha Erdogan di daxuyaniyên xwe de gotibû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê suprîzên me hene. Ev suprîz dîsa li wan zivirî.”

‘XETA ŞEHÎD AWAZ DÊ HER TIM BERDEWAM BIKE’

Têkildarî sekna YPJ’ê di çeperên pêş de, Dilbirîn Kobanê ev tişt got: “YPJ xwedî dîrok e. Çawa Arîn, Avesta, Barîn li dijî êrişan sekinîn, îro li bajarê Hesekê jî ew xet berdewam bû.  Hevala Awaz şerekî fedaî kir û gihîşt asta şehadetê. Hêzên me yên YPJ’ê derveyî şer neman û hemûyan di nav de cih girt. Ger ev çete li cîhanê belav bibûna dê destpêkê komkujiyek li ser jinan pêk bianîna. YPJ di vî şerî de wekî şerên din roleke girîng lîst. Xeta şehîd Awaz dê her tim berdewam bike. Amadekariyên me yên YPJ’ê li dijî hemû êrişan gelekî xurt in û serkeftî ne. Heya dawiyê ji bo gelên herêmê em ê erkên xwe bi cih bînin.”

Dilbirîn Kobanê, der barê bidawîkirina operasyona paqijkirinê de anî ziman ku ev operasyon li ser gumanên belavbûna çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê pêk hat û got: “Vê operasyonê morala gelê me bilind kir. Taxên Hesekê hatin paqijkirin û gel vegeriya malên xwe.”

‘EV XETERE JI BO HER KESÎ YE’

Dilbirîn Kobanê, bang li dewletan kirk u bi erkên xwe rabin û got: “Berpirsyartiya çeteyên li zindanan de ne tenê li ser mile me ye. Her kes berpirsyar e. Dewlet bi xwe jî dibêjin xetereyek gelek mezin e. Lê dive herkes bi erkên xwe li dijî van çeteyan pêk bîne. Lê heya niha tu kesî erkê xwe li dijî van çeteyan pêk neaniye. Hemû li ser milê me ma ye. Heya niha me berpirsyartiya xwe pêk aniye, çi bikeve ser milên me emê dîsa berpisyartiya xwe pêk bînin. Lê em bang herkesî dikin ku erkên xwe pêk bînin. Ev xetere jib o herkesî ye. Koalîsyona navnetewî di êrişa Hesekê de dem dem alîkarî dan lê yên ku cîhanê ji vê xetereyê xilas kir dîsa hêzên me yên YPJ û QSD`ê bûn.”  

“Ger plana çeteyan pêk bihata, dê qetlîama gelan çêbûya.” Bi van gotinan fermandar Dilbirîn Kobanê bal kişand ser xetereya li ser Ewropayê jî û got: “Ger DAIŞ li cîhanê belav bibûya, wê her kesî para xwe ji komkujiyê bigirta. Me dîsa cîhan ji xetereyeke gelekî mezin xilas kir û careke din cîhan bû deyndarê hêzên me yên leşkerî û Rêveberiya Xweser. Çeteyên DAIŞ’ê bi giştî hatin komkirin û dîsa ketin zindanê. Jixwe êdî tedbîrên mezin dê bên girtin û baldariyek zêdetir dê hebe.”  

‘HEYA DARIZANDINÊ DÊ XETERE HEBE’

DAIŞ’ê di êrişên li dijî şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de çekên NATO’yê bi kar anîn. Dilbirîn Kobanê, der barê bikaranîna van çekan de pirs kir ku ew çek çawa gihîştin çeteyan û got: “Dewletên ku van çêkan çêdikin, divê xwe berpirsyar bibînin. Ew dewletên ku dibêjin em li dijî terorîstan disekinin, çawa çêkên wan di destê DAIŞ’ê de ne? Xetereya DAIŞ’ê berdewam dike. Rast e me ew têk birin lê ev nayê wateya ku xetere bi dawî bû. Ji ber wê jî divê dadgeheke navneteweyî çêbe û ev çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin.”

‘DIVÊ JI DEWLETA TIRK DEST PÊ BIKIN’

Dilbirîn Kobanê diyar kir ku li dijî van êrişan divê hemû pêkhateyên li herêmê yekitiyeke xurt ava bikin ku bi hev re van êrişan têk bibin û got: “Êrişên li ser herêmên me çêdibin, bi çekên giran ên dewleta Tirk pêk tên. Dewleta Tirk ji vê şoreşa me ditirse. Ji bo wê jî hemû plan bi pêş xistin. Ger helwesteke cîhanê hebe, divê destpêkê li dijî dewleta Tirk be. Çavkaniya DAIŞ’ê ew der e. Hemû dewlet vê dibînin. Ger DAIŞ’ê qebûl nakin û bibêjin xetereya DAIŞ’ê li ser cîhanê heye, wê demê divê destpêkê ji dewleta Tirk dest pê bikin ku bikarin DAIŞ’ê û xetereya li ser cîhanê xilas bikin. Nexwe dê êriş li ser her kesî çêbe.”

ANHA