Meclisa Leşkerî ya Hecînê mayînek bê bandor kir

Tîma endizyar a bêbandorkirina mayînan a Meclisa Leşkerî ya Hecînê, li dibistaneke taxa Letwe ya bajarokê Zeyban ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, mayînek bê bandor kir.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê mayînek bê bandor kir
31 ÇILE, 2022   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi daxuyaniyekê ragihand: "Li gorî agahiyên hatin berdest ku şaneyan mayînek li dibistana seretayî ya taxa Letew a bajarokê Zeyban çandiye, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê berê xwe da deverê û herêm dorpêç kir. Tîma Endazyar a Bêbandorkirina Mayînan a Meclisa Leşkerî ya Hecînê mayîn vekir û bê bandor kir."

(eh)

ANHA