JKŞ’ê qetilkirina zaroka 5 salî şermezar kir

Jinên Komunîst û Şoreşger (JKŞ) qetilkirina zaroka 5 salî ya li Minbicê ji aliyê birayê wê hat tecawizkirin û piştr hat qetilkirin şermezar kir û yên xwedî vê hişmendiyê weke “Dijminê şoreşa Rojava” bi nav kir.

JKŞ’ê qetilkirina zaroka 5 salî şermezar kir
31 ÇILE, 2022   15:43
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya nivîskî ya JKŞ’ê de hat gotin, “Yasmîn Ehmed a 5 salî di 27’ê Çile de li Minbicê hate revandin. Ji aliyê birayê xwe ve hat tecawizkirin û qetilkirin. Kiryarê qetilkirinê ji aliyê endamên malbatê ve hat veşartin. Di şexsê Yasmîn de em hemû îstîsmar û qetlîamên zarokan şermezar dikin” .

Daxuyaniya JKŞ’ê wiha ye:

“27’ê Çile li Minbicê zaroka bi navê Yasmîn Ehmed ku 5 salî ye hat revandin û ji hêla birayê wê ve hat tacewizkirin û qetilkirin. Malbata wî ew veşartin û xwestin ser bûyerê bigirin. Di kesayeta Yasmîn de em hemû îstismarkirinên zarokan û qetlîaman şermezar dikin.

Di vê bûyerê de careke din hatiye dîtin ku mirovên di hişmendiya zilamsalariyê de ne êrişî laşê zarokan dikin. Di civakên baviksalar de tecawiz û kuştina zarokan zêde tên jiyîn. Rojava şoreşa jinê ye û ev bûyer li xaka şoreşê hatiye çêbûye. Şoreşa Rojava li aliyekî li hemberî dagirkeriyê û êrişên DAIŞ’ê li ber xwe dide û li aliyekî jî ji bo ku hemû mirovan ji bandorên baviksalariyê xilas bike têkoşîn dide. Jin ji bo ku baviksalariyê tune bikin hem di çeperên şer de hem jî li komîn, sazî û kolanan têkoşîna azadiya jinê didomînin.

Hişmendiya ku êrişên li Hesekê pêk anî û hişmendiya ku êrişî Yasmîn kir heman in. Hemû kesên ku dijminê Şoreşa Rojava ne dijminên jinan in jî. Her kesê ku destdirêjiya zarok û jinan dike li dijî şoreşê ye. Em weke jinên komûnîst vê qetlîamê qebûl nakin. Pêwîst e ku sûcdar û alîgirên ku ew veşartine bi awayê herî giran werin cezakirin. Em radigihînin ku em ê şopdarê dozê bin. Ji bo ku hişmendiya zilamsalarî tune bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”