ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2022
1 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan li goristana Şehîd Xebat Dêrik dispêrin axê, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê cenazeyên 12 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan li goristana Şehîd Dicle vedişêrin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî bûyerên ku li Heseke rû dane, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêvebriya Xweser a Herêma Cizîrê daxuyaniyekê didin,  saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê diyar kir ku baweriya bi hikumeta Şamê wekî yê ku baweriya xwe bi hewa bîne ku li aliyekî bi tenê nasekine û got, armanc ji ''Lihevkirinên'' ku hikumeta Şamê behsa wan dike fitneyan li herêmên Rêveberiya Xweser derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket li hemberî fikirê tundraw ê DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst banga xurtkirina têkoşîna fikirî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê El-Yanlî yê bakur rojavayê Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê welatiyan hedef digire, her wiha destnîşan kir ku ew ê li ser axa xwe bin û li kêleka hêzên hêzên xwe yên leşkerî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fermandara YPJ`ê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku plansaziya êrişa DAIŞ’ê li bajarê Rihayê beriya demekê hatiye çêkirin û got “Ger plana DAIŞ’ê pêk bihata, dê her kesî para xwe ji komkujiyê bigirta.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê 20'ê Çileyê êrişê girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kirin da ku girtiyên xwe birevînin. Ji dema ragihandina tunekirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di aliyê erdnîgarî ve di 23’yê Adara 2019’an de ev êriş a herî dijwar bû.

JIN

- Şehîd Barîn Kobanê bi lehengiyeke mezin cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt û bi têkoşîna xwe nimûneya jinên Kurd ên azadîxwaz di dîrokê de neqişand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî Erebistana Siûdî êrişên koma Ensarullah "El-Hûsî" ya yemenî li kûrahiya Îmaratê belav bû. Girêdayî mijarê nivîskar û rojnamegerê yemenî Mehmûd El-Tahir hişyarî da û got dê ev rageşî berfireh bibe û li tevahî dewletên herêmê belav bibe. (BI WÊNE).

ANHA