Kurdên li Lubnanê sersaxî ji malbata şehîd Omer Mihemed re xwest

Kurdên li Lubnanê  sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Omer Mihemed re ku di pêngava "Gurzê Gelan" a Hesekê de şehîd bû, xwest.

Kurdên li Lubnanê sersaxî ji malbata şehîd Omer Mihemed re xwest
31 ÇILE, 2022   21:09
BEYRÛT

Merasîma sersaxiyê li mala şehîd a li paytexta Lubnanê Beyrûtê hate lidarxistin. Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê Şepal Fetah axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya gelê Kurd re xwest. Şepal Fetah ev li axaftina xwe zêde kir: "Di şexê şehîdên pêngava Gurzê Gelan de em di serî de sersaxiyê ji xwe û gelê xwe re dixwazin û dûvre ji malbata şehîd Omer Mihemed re dixwazin ku wî û hevrêyên xwe efsaneyên qehremaniyê nivîsandin, da ku gelên xwe biparêzin û komployên bi destên gelek aliyên dijbertiya gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, hatin plankirin, tê bibin."

Fetah da zanîn ku pêngava "Gurzê Gelan" bi rihê berxwedana şehîd û şervanan bi ser ket û careke din herêm û cîhan ji xeteriya çeteyên DAIŞ`ê hate parastin.

Merasîma sersaxiyê bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA