Şêniyên Minbicê: Em ê li ser axa xwe bin û li kêleka hêzên leşkerî bin

Şêniyên gundê El-Yanlî yê bakur rojavayê Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê welatiyan hedef digire, her wiha destnîşan kir ku ew ê li ser axa xwe bin û li kêleka hêzên hêzên xwe yên leşkerî bin.

Şêniyên Minbicê: Em ê li ser axa xwe bin û li kêleka hêzên leşkerî bin
1 sibat, 2022   05:16
MINBIC-EHMED QERACE

Şêniyên Minbicê yên li gundên nêzî eniyên şer dijîn, bi dijwariyan re rû bi rû ne, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hema bêje rojane wan hedef digire. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawiyê de rasterast malên welatiyan yên li gundewarên bakur û rojava yên Minbicê topbaran dikin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Hemîd El-Fehid yê ji gundê El-Yanlî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê rasterast welatiyan hedef digire, lê şênî bi axa ve girêdayî ne û bi Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Derokratîk (QSD) re ne.

Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk a dagiker bi topbarana tirsê bixin nava zarokan, di demên dawî de mala jinekê ji gundê El-Seyade topbaran kir, di encamê de jinek û zaroka xwe şehîd bûn.

Hemîd El-Fehid wiha bi dawî kir: "Şert û merc çi dibin bila bibin, em dest ji mal û axa xwe bernadin û em bang li gelê xwe dikin ku netirsin û terka malên xwe nekin, ji ber ku armanca dewleta Tirk valakirina herêmê ye."

Li aliyekî din şêniyê bi navê Ela Fehid El-Himêdî yê ji gundê El-Yanlî wiha got: "Di dema topbaranê de em rojên zehmet dijîn, piraniya topan li malan dikevin û di encamê de ziyanên madî û canî çêdibin."

El-Himêdî destnîşan kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê li ser xaka xwe bin û wiha dewam kir: "Em amade ne ku li ser axa xwe bimirin, lê em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker bi ser axa me de were."

Ela El-Himêdî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku hember dewleta Tirk a dagiker û  sûcên yên li dijî welatiyan bisekinin û destnîşan kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk di dema êrişên dewleta Tirk de gelek hewldanan dikin da ku sivîlan biparêzin.

El-Himêdî wiha bi dawî kir: "Em ê heta dawiyê hevgirtî bin û li kêleka hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bin."

Her wiha zarokê bi navê Îbrahîm El-Himêdî jî xîtabî dewleta Tirk û rêxistinên mafên zarokan kir û wiha got: "Hûn çima me dikujin? Çima me bombebaran dikin? Ji axa me derkevin, Sûriyê axa me ye, ne ya we ye."

ANHA