Şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Mistefa Felac û Ehmed Xelef re xwest

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîdên Pêngava "Gurzê Gelan" Mistefa Ehmed Felac û Ehmed Sair Xelef re xwest.

Şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Mistefa Felac û Ehmed Xelef re xwest
31 ÇILE, 2022   17:47
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Girkê Legê berê xwe da gundê Yusifiyê û sersaxiyê ji malbata şehîd Mistefa Ehmed Felac re xwestin.

Li bin konê sersaxiyê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Narîşan Berekat axivî û îşaret bi rol û fedekariya şehîdan di rizgarkirina herêmê û parastina wê de kir û got: " Ne ji fedekariyên şehîdan bûya, wê terorê DAIŞ'ê li herêmên me belav bûba."

Bi heman armancê girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Sair Xelef ku li Girkê Legê hatiye vegirtin. Li bin kon endama Kongra Star Zûlfa Bedro axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Şehîdan bi lehengiya xwe efsaneyên qehremaniyê nivîsandin, ji ber ku bi berxwedana xwe herêmên me ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin."

Merasîm bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Cenazeyên her du şehîdan dê sibe li goristana Şehîd Xebat Dêrik werin veşartin.

(eh)

ANHA