Barîn Kobanê… rûpeleke berxwedana jinên azad di şoreşa Rojava de

Şehîd Barîn Kobanê bi lehengiyeke mezin cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt û bi têkoşîna xwe nimûneya jinên Kurd ên azadîxwaz di dîrokê de neqişand.

Barîn Kobanê… rûpeleke berxwedana jinên azad di şoreşa Rojava de
1 sibat, 2022   00:40
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di şoreşa Rojava de ku bi navê ‘şoreşa jinan’ tê naskirin, gelek jinên berxwedêr berxwedana xwe derbasî nava bîranînên şoreşê kir û li ser rûyê erdê parastina jinan ji çeteyan kir. Yek ji wan jinan jî Barîn Kobanê ye û îro 4`emîn salvegera şehadeta wê ye.

Bi êrişên dagirkeran ên li dijî Efrîn re, gelek çîrokên têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ketin nava rûpelên dîrokê. Barîn Kobanê jî berxwedana xwe li navçeya Bilbilê ya Efrîn pêk anî.

Emîna Omer (Barîn Kobanê) di sala 1988`an de li gundê Qirkelbên ê Helebê, çavên xwe li dinyayê vedike û di nava malbateke welatparêz de heta sala 2015`an bi 5 xwişk û 3 birayên xwe re dijî.

Di zaroktiya xwe de Barîn Kobanê ji xwişk û birayên xwe cuda bû û dilnerm bû. Herî zêde nêzî birayê xwe yê bi navê Ehmed Omer bû.

‘PIŞTÎ KU ÊŞA JINÊN ÊZIDÎ DÎT TEV LI YPJ’Ê BÛ’

/kr/uploads/files/2022/01/31/182343_-.webp

Di sala 2013`an de çeteyên DAIŞ`ê derbasî gundê Barîn Kobanê dibin. Bavê wê Mistefa Omer li ser vê yekê wiha got: “Barîn li hember çeteyên DAIŞ`ê bi cesaret bû, digot ez dixwazim bi wan re bipeyivim û wan rezîl bikim.”

Ji ber hebûna çeteyan di gund de, malbata Emîna Omer ji neçarî koçî bajarê Efrîn dikin.

Li Efrînê Barîn Kobanê jinên êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Şengalê hatibûn revandin, dibîne ku wan jinan xwe ji nava destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribû û xwe gihandibû herêma Efrînê ya ewle.

Bavê wê Mistefa Omer wiha axivî: “Piştî ku êşa jinên êzidî yên di destê DAIŞ`ê de dît, Barîn bi daxwaza berevaniya jinan; biryara tevlêbûna nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) da.”

‘DEVERA EZ LÊ, CIHÊ NAMÛS Û ŞEREFÊ YE’

/kr/uploads/files/2022/01/31/182312_-.webp

Barîn Kobanê di dawiya sala 2014`an de tev li nava refê YPJ`ê bû. Barîn Kobanê fikirên rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin esas. Dayika wê Zehra El-Elo wiha qala wê kir: “Ji min re digot `Devera ez lê, cihê namûs û şerefê ye, ez ê li ser vê rêyê heta dawiyê biçim’.”

Zehra El-Elo bîranînên wê demê wiha vegotin: “Ji min re digot ez hê jî dixwazim bi pêş bikevim. Dema êrişek pêk were, divê ez cihê xwe di nava parastinê de bigirim, heke ez di vê astê de bim ez ê zêde nekarim tev li berevaniyê bibim.”

Barîn Kobanê çeteyên dewleta Tirk a dagirker mîna li dijî mirovahiyê didîtin, ji bo derketina li hemberî van koman û tevlêbûna wê ya nava refên YPJ`ê malbata Barînê nabe asteng. Bavê wê Mistefa Omer got: “Serok Apo ji bo wê bê emsal bû.”

‘EV ÇETE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NE’

Mistefa Omer wiha axaftina xwe dewam kir: “Jineke berxwedêr e, rêya rast hilbijart. Em dixwazin Barîn bibe pêşeng ji jinên Kurd re.”

Barîn Kobanê tevî hevalên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn disekine û di nava rûpelên destpêkê yên Berxwedana Serdemê de bi xwîna xwe navê xwe dinivîse û digihêje şehadetê.

Cenazeyê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê, li navçeya Bilbilê ya Efrînê dikeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê. Wê demê gotina Barînê ya `Ev çete li dijî mirovahiyê ne’ pêk tê ku çete bi cenazeyê wê dilîzin.

Dîroka dewleta Tirk a dagirker bi sûcên li dijî jinan tijî ye. Piştî dagirkirina dewleta Efrînê jî rojeva rojane ya herêmê bûye kuştin, revandin û destdirêjiya li ser jinan.

Bavê Barîn Kobanê Mistefa Omer têkildarî lîstina dewleta Tirk û çeteyên wê bi cenazeyê Barîn  xuya kir ku ev yek bêexlaqî ye û got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber bêwijdaniyê ev yek kir.”

Mistefa Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dîrokê de nehatiye dîtin ku jinek li hember dijiminên gelê xwe çeka xwe hilgire. Îro jinên me yên Kurd vê yekê dikin. Wê demê dewleta Tirk ji jinên Kurd ditirse.”

ANHA