Ji ber êrişên dewleta Tirk 53 malbatan xwe spartin kampa Koçberên Girê Spî

Ji gundewarên Girê Spî 53 malbatên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker malên wan hişweşiyan, xwe spartin kampa Koçberên Girê Spî.

Ji ber êrişên dewleta Tirk 53 malbatan xwe spartin kampa Koçberên Girê Spî
31 ÇILE, 2022   17:07
EYN ÎSA

Ji 20`ê vê mehê ve êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundewarê rojavayê kantona Girê Spî û navçeya rojhilatê Eyn Îsa zêde bûne û rasterast malên welatiyan hatin hedefgirtin. Di encama êrişên li ser gundewarê rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê de 3 sivîl gihaştin asta şehadetê û 11 kesên birîndar bûn.

Ji ber hedefgirtina malên sivîlan, bi dehan malbatên ji gundên "El-Fatsa, Siwêd û Mişêrfê yên Eyn Îsa koçber bûn û xwe li kampa koçberên Girê Spî ya li gundewarê bakurê bajarê Reqayê ku nêzîkî gundê Til Seman e girtin.

Welatiya bi navê Meryem Xidir behsa sedema koçberbûna xwe ji gundê Siwêd kir û got: "Artêşa Tirk vê carê rasterast gund û malên me hedef girt, zarokên me ji dengê topbaran tirsiyan, ji ber ku vê yekê em neçar man ji gund derkevin."

Meryem Xidir ev li gotina xwe zêde kir: "Ji beriya du salan ve gundê me ji aliyê dagirkeriya Tirk ve têne topbarankirin, dîsa jî em ji malên xwe derneketin, lê vê carê rasterast malên sivîlan kir hedef, ji lewma ji bo jiyana zarokên xwe em derketin."

Bi mijarê ve girêdayî Fatme Hemed ji gundê Siwêd da zanîn ku 5 top li kêleka mala wê ketin û heta vê kêliyê neteqiyane, li ser vê yekê zarok û jin tirsiyan û neçar man ji gund derkevin.

Fatme Hemed ev li axaftina xwe zêde kir: "Di encama topbarana li ser gundên li bemaberî rêya M4`ê de, du welatiyên ji gundê Salih Hemûd ê hemberî gundê me, şehîd bûn û gelek kufletên malbatê jî birîndar bûn."

Fatma Hemed bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li topbarana Tirk ji gundên wan re bîne, da ku vegerin malên xwe

Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed El-Şêx têkildarî hejmara malbatên pêşwaziya wan kirine axivî: " Ruxmî ku cih têra wan tune ye, me 53 malbatên ji gundên Siwêd û El-Fatsa pêşwazî kirin."

El-Şêx destnîşan kir ku malbat ji ber topbarana artêşa Tirk hatine wir, lê dema topbaran were rawestandin, dê vegerin malên xwe.

El-Şêx diyar kir ku wan hewcedariyên koçberan bi cih anîne, ji wan madeyên germkirinê û nivîn.

Li kampa Koçberên Girê Spî ya ku Rêveberiya Xweser ava kiriye, derdora 6 hezar koçber hene û li ser hezar û 225 malbatan hatine belavkirin.

(eh)

ANHA