Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin

Şêniyên Helebê cenazeyê şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Îsa Horo (Mahsûm Dogan) li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veşartin.

Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
Şehîdê Pêngava ''Gurzê Gelan'' Dogan li Helebê hate oxirkirin
31 ÇILE, 2022   14:42
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê QSD'ê Îsa Horo (Mahsûm Dogan) yê ku 22'yê Çileya 2022'an, di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê.

Girseya şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Xalid Fecir a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqêf ve ketin rê. Girse di wê navberê de diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Hesekê berz kirin.

/ar/uploads/files/2022/01/31/140924_shrfan-afryn.webp

Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hate lidarxistin. Ji fermandarên YPG'ê Şervan Efrîn axivî û got, şêniyên Efrînê tev li şoreşê dibin, beşdarî hemû pêngavên bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ û dewleat Tirk a dagirker bûn û di oxira parastina herêmên xwe de şehîd bûn.

Şervan Efrîn diyar kir ku ji destpêka aloziyê ve Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û pêkhateyên din li ber xwe dan, destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û di oxira parastina van destkeftiyan de canê xwe feda kirin.

/ar/uploads/files/2022/01/31/140907_rwshan-mhmd.webp

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşan Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd xwîna xwe didin da ku em bi rûmet bijîn. Şehîd Mahsûm li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da heta ku gihaşt asta şehadetê, bi keda şehîdan çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê hatin têkbirin."

/ar/uploads/files/2022/01/31/140844_brytan-jadan.webp

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Dogan  ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cedan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Mahsûm Dogan bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA