​​​​​​​Li herêmên Rêveberiya Xweser 27 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.

​​​​​​​Li herêmên Rêveberiya Xweser 27 kesên din bi koronayê ketin
31 ÇILE, 2022   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmên rêveberiyê 27 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine. Li gorî desteyê, kesên bi koronayê ketine, 11 mêr û 16 jin in.

Bi van daneyan, hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Rêveberiya Xweser gihaşt 37 hezar û 478, hejmara miriyan jî gihşat hezar û 525. Hejmara kesên ku baş bûne 2 hezar 525.

ANHA