Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe yê 2`emîn li dar xist

Bi dirûşmeya "Sûriyeke demokrat û pirrengî û nenavendî..rêveberiya me nasnama me ye û hêzên me pêşengên me ne" Meclisa Idlib El-Xedira ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe yê 2`emîn li dar xist. Di dawiya kongreyê de endam, serokatî û cîgirê meclisê hate hilbijartin.

Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe yê 2`emîn li dar xist
31 ÇILE, 2022   14:51
REQA

Bi dehan malbatên şehîdan, şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên rêveberiyên sivîl, Rêveberiya Xweser û serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û endamên partiyê tev li kongreyê bûn.

Destpêka kongreyê serokê Meclisa Idlib El-Xedira ya Partiya Sûriya Pêşerojê Tirkî El-Dadûi bixêrhatina beşdaran kir û îşaret bi rola QSD`ê kir û got: "QSD`ê ewlehî û aramiya herêmê misoger kirin."

Dûvre endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Ebdurehman Hesen perspektîfên partiyê xwendin, ji xalên wê, aloziya Sûriyê ku ji ber serhişkiya hikumeta Şamê temenê wê dirêj bû.

Paşê hilbijartin hatin lidarxistin û Mihemed Hemûd ji bo serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin û Ixlas Hesen jî bû cîgira serokatiya Meclisa Partiyê ya Idlibê.

Di heman demê de 33 endam ji bo meclisa giştî hatin hilbijartin, ji wan berdevka jinên partiyê û berdevkê meclisa ciwanan.

Di dawiyê de serokê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Hemûd encamnameya kongreyê xwend û tê de îşaret bi bernameya kongreyê kir û spasiya beşdaran hate kirin.

(eh)

ANHA