Fermandareke YPJ`ê îşev mêvana bernameya ya ANHA`yê ye

Yek ji Fermandarên YPJ`ê ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanê, dê îşev di saet 20.00 an de bibe mêvana bernameya taybet a ANHA ye û serkeftina li dijî êrişên şaneyên DAIŞ`ê binirxîne.

Fermandareke YPJ`ê îşev mêvana bernameya ya ANHA`yê ye
31 ÇILE, 2022   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên DAIŞ ku êvara 20`ê vê mehê li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê pêk hat, ji aliyê şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ve di bin navê hamleya Gurzê Gelan de hate têkbirin. Piştî şikandina êrişan operasyona paqijkirinê li Hesekê hatibû destpêkirin. Duh QSD`ê bidawîkirina operasyonê ragihand. Îro jî QSD`ê encama hemleya Gurzê Gelan eşkere kir. Derbarê vê mijarê de hin pirsên bernameya me wiha ne;

Bingeha êrişên şaneyên DAIŞ`ê çawa hat avakirin?

YPJ`ê di têkbirina êrişên şaneyên DAIŞ`ê de roleke çawa lîst?

Rewşa Hesekê niha çawa ye?

Xeteriya DAIŞ`ê wê heya kengî berdewam bike?

Li dijî vê xeteriyê erkên dewletan çi ne?

Ger plana DAIŞ pêkbihata wê çi bûba?

Van pirsan û pirsên girêdayî mijarê wê Fermandara YPJ`ê Dilbirîn Kobanê di weşana me a zindî de bibersivîne.

Bernameya taybet di saet 20:00'an de li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malpera ajansa me û hesabên wê yên medyaya sanal dê bê weşandin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

ANHA