​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Awaz Urmiyê ya ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrizê hate veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê bi merasîmekê bi heybet hate veşartin
31 ÇILE, 2022   13:59
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervana YPJ'ê Nesrîn Ehmed (Awaz Urmiyê) ya 22'yê Çileyê di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê ve çûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz girtin. Endamê rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa axivî, sersaxî ji malbata şehîd û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û got, şehîd Awaz û hevalên wê bûn sembola têkoşîn û berxwedanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê.

Mistefa got, êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran ji berî 7 mehan ve ji aliyê gelek aliyan ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker hatibû plankirin, armanc jê  têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ye.

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê bi vê plane hewl dan çeteyên DAIŞ'ê li herêmê zindî bike û hikumeta Şamê pê re hevkar e.

Fewzî Mistefa got: "Berxwedan û cesareta hêzên me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ev plan wê têk biçin."

Di merasîmê de, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo anî ziman ku êrişa şaneyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaayê ne tesaduf e û wiha domand: "Dewleta Tirk bi vê planê dixwaze nameyeke ji şêniyan re bişîne û bêje ku hovîtî û terora wê berdewam e."

Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de got: "Careke din jinên efrînî teqez dikin ku ew pêşenga şoreşê ne. Berxwedana şehîd Awaz ku da ser şopa Avesta, Barîn û Arînê nîşaneya vê yekê ye."

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Silêman nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA