Desteya Jinê xwest cezayên giran li kujerên Yasmîn werin birîn

Desteya Jinê ya Herêma Firatê nerazîbûn nîşanî tecawiz û qetilkirina Yasmîn a 5 salî da û bang kir ku cezayên tund li kujer û tecawizkaran were birîn.

Desteya Jinê xwest cezayên giran li kujerên Yasmîn werin birîn
31 ÇILE, 2022   14:15
KOBANÊ

Desteya Jinê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê tecawiz û qetilkirina Yasmîn Hentawî ya 5 salî şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku cezayên giran li sûcdaran bibirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan li ber avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê hate xwend.

Endama rêveber a Navenda Hêvî ya Astengdaran a bajarê Kobanê Necah Mişê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcê li dijî Yasmîn bi "Qêrîneke diyar û binpkirina qanûnên parastina zarokan û derbaskirina urfên eşîrtî" hate binavkirin.

Her wiha hate gotin: "Ne aqil û ne jî mentiq vî sûcî qebûl dike. Ev sûc li dijî tevahî adet û urfên civakî, qanûnên navneteweyî û cîhanê û qanûnên parastina zarokan e."

Desteyê bang li aliyê ewlehiyê, dozgeriyê û nivîsgehên parastina jinan kir ku sûcdaran muhasebe bikin û cezayên giran li wan bibirin.

ANHA