Wezîrê Karê Derve yê Ûmanê li Şamê ye

Wezîrê Karê Derve yê Ûmanê tevî şandeyekê gihaşt balafirgeha Şamê ya navneteweyî.

Wezîrê Karê Derve yê Ûmanê li Şamê ye
31 ÇILE, 2022   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya ser bi hikumeta Şamê ve, Wezîrê Karê Derve yê Ûmanê Bedir Bin Hemed Bin Hemûd El-Bû Seîdî tevî şandeyekê gihaşt balafirgeha Şamê ya navneteweyî.

Şandeya ji Ûmanê li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad ve hate pêşwazîkirin. El-Miqdad got: " Têkiliyên bi Ûmanê ya bira re berdewam e û qut nebûye. Ûman li dijî terorê li kêleka Şamê sekinî."

Sekretêrê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyd duh gotibû, xwesteka Cezaîr, Iraq û Urdunê hene li Şamê li komkarê vegere.