​​​​​​​Cenazeyê Mehmet Bîlgîn birin Çewligê

Cenazeyê Mehmet Hanefî Bîlgîn ê li girtîgeheke dewlet Tirk jiyana xwe ji dest dabû, ji bo veşartinê birin Çewligê.

​​​​​​​Cenazeyê Mehmet Bîlgîn birin Çewligê
31 ÇILE, 2022   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Hanefî Bîlgîn duh li Girtîgeha Boluyê ya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenaze ji morgeke li Enqreyê ya paytexta Tirkiyê wergirt û ji bo veşartinê bir Çewligê. Tê payîn ku cenaze îro li goristana navçeya Dara Hênê ya Çewligê were veşartin.

Bîlgîn ji ber sedemên siyasî ji sala 1992’yan ve girtî bû û 5 meh mabû cezayê wî biqede û bê berdan. Lê duh Bîlgîn li qawîşa girtîgehê mirî hat dîtin. Rêveberiya girtîgehê îdia dike ku Bîlgîn ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.