​​​​​​​HPG: Êrişên dewleta Tirk ên 29’ê Çileyê bê encam man

Artêşa Tirk a dagirker 29'ê Çileyê êrişeke giran a hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîbû. HPG’ê diyar kir ku ev êriş bê encam mane.

​​​​​​​HPG: Êrişên dewleta Tirk ên 29’ê Çileyê bê encam man
31 ÇILE, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên 29'ê Çileyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. HPG'ê ev agahî dan:

"29'ê Çileyê saet di navbera 12:30-12.50'î de li herêma Zapê qada Gundê Fileha bi balafirên şer 16 caran hate bombekirin.

29'ê Çileyê saet di navbera 12:30-12:40'î de derdora Girê Hakkarî yê ser bi herêma Metînayê, 6 caran bi blafirên şer hate bombekirin.

29'ê Çileyê saet di navbera 19:00-20:00 de li herêma Zapê qadên Kunîşka, Karker, Şehîd Şahîn û Saca bi balafirên şer 9 caran hatin bombekirin.

29'ê Çileyê saet di 20:15'an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin."