DYA’yê berxwedana QSD’ê ya li hember êrişa DAIŞ`ê silav kir

​​​​​​​DYA`yê têkbirina êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa bi destê QSD`ê, silav kir û got gefa DAIŞ`ê berdewam e û ji bo tunekirina wê, çareseriyeke cîhanî pêwîst dike.

DYA’yê berxwedana QSD’ê ya li hember êrişa DAIŞ`ê silav kir
31 ÇILE, 2022   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya DYA’yê Jake Sullivan têkildarî ji nû ve kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Sullivan got: “DYA pesnê QSD`ê dide ku bi hêzên Koalîsyonê re xebatên kontrolkirina girtîgeha Sînaa temam kir.”

Di daxuyaniyê de ku Koşka Spî li ser malpera xwe weşandiye, Sullivan got: “Bi saya cesaret û israra QSD`ê ku gelek fedakarî kirin, DAIŞ bi bin ket.”

Sullivan bal kişand ser xebatên hevbeş ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û got: “DAIŞ`ê bi awayekî hovane êriş kir. Ji ber wê divê werin tunekirin. Divê dewlet bi hev re dosyaya bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê çareser bikin.”

Jake Sullivan destnîşan kir ku gefa DAIŞ`ê berdewam e û pêwîstiya wê bi çareseriyeke cîhanî heye. Sullivan wiha domand: “DYA pabendî xebatên bi şîrîkên xwe yên li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevalbendiya tunekirina DAIŞ`ê ne.”

(şx)