Hikumeta Şamê li beramberî wergirtina cenazeyê efserekî û 5 dîlan 3 çete berdan

Hêzên hikumeta Şamê 3 çeteyên "Ceyş El-Ize" bi cenazeyê efserekî îranî û 5 endamên xwe guhartin.

Hikumeta Şamê li beramberî wergirtina cenazeyê efserekî û 5 dîlan 3 çete berdan
30 ÇILE, 2022   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên "Ceyş El-Ize" û hêzên hikumeta Şamê li eniyên bajarokê Nêrib ê rojhilatê Idlibê dîl bi hev guhartin.

SOHR diyar kir ku hikumetê 3 çeteyên "Ceyş El-Ize" ku di şerên berê de hatibûn dîlgirtin bi cenazeyê efserekî îranî û 5 endamên xwe yên dilgirtî, guhartin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk di 16 û 17’ê Kanûna par de li deriyê Ebû Zendên ê bejahiyên Helebê bi garantiya rûsî-tirkî dîl bi hev guhartin.

(fr)