Bertekên li hember qetilkirina zaroka 5 salî zêde dibin

Komîteya Şilêr û Yekitiya Jinên Ciwan a  herêma Firatê tecwazkirin û qetilkirina zaroka bi navê Yesmîn şermezar kir û destnîşan kir ku kesên ku ev sûc kirine xwedî zihniyeteke mîna zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê ne.                                  

Bertekên li hember qetilkirina zaroka 5 salî zêde dibin
30 ÇILE, 2022   15:16
KOBANÊ

Bertekên li hemberî tecawiz û kuştina zaroka 5 salî Yesmîn a ji bajarê Minbicê zêde dibin.

Têkildarî mjiarê endamên Komîteya Şilêr a Zarokan a Kongra Star li bajarê Qamişlo daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê  endama komîteyê Juliya Xelo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Yesmîn weke sûcê li dijî zarokatiyê nirxand , banga darizandina qatil û tewazikran hate kirin.

Li Kobanê jî  Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Norwêcê kom bûn  û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Behiya Ehmed ve hate xwendin.    

Di daxuyaniyê de hate gotin kuştina zaroka bi navê Yesmîn kiryareke bêexlaqî ye ku armanca wê çewsandina çanda gel û reşkirina wêneya civakê ye û wiha hate domandin: "Sûcdarên vê sûcê xwedî zihniyeteke mîna ya DAIŞ'ê ne ku heman kesên ku êrişî girtîgeha Sînaa li Hesekê kirine ye. "

Yekitiya Jinên Ciwan di dawiyê de diyar kir ku divê şênî ji xeteriyan hişyar bin û wiha domand: "Li hemberî van kiryar û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê, divê tevgera ciwanan bêdeng nemîne û li hemberî her kesên ku hewl didin xeta şoreşa me asteng bikin tê bikoşin, ji ber ku ciwan stûnên civakê ne."

27`ê Çile li bajarê Minbicê zaroka bi navê Yasmîn Hentawî ya 5 salî ji aliyên kesên nenas ve piştî ku hatibû tecawiz kirin, qetilkirî hat dîtin.

(dx)

ANHA