Li Qamişloyê jinên ciwan parastinê dikin

Bi armanca piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD, Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo taxên bajarê diparêzin.

Li Qamişloyê jinên ciwan parastinê dikin
30 ÇILE, 2022   15:36
QAMIŞLO

Ji bo rêgirtina li ber şaneyên DAIŞ`ê, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 24`ê Çileyê ve qedexeya giştî li bajarê Hesekê ragihand û dê heta 31`ê Çileyê dewam bike. Li Qamişloyê jî ji saet 18:00`an û heta 06:00`an qedexeya beşî heye.

Di 20`ê Çileyê de komeke ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ku çeteyên DAIŞ`ê tê de bi cih dibin êriş pêk anîn. Ji bo têkbirina êrişên şaneyên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî bi tevî çekên xwe li kêlek hêzên leşkerî parastina herêmên xwe dikin.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo, li kêleka QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastinê dikin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Arîn Mihemed diyar kir ku ew ji bo piştgiriya hêzên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn daketina parastinê dikin û got: “Parastina welat erka hemû ferdên civakê ye.”

Arîn Mihemed bang li tevahî jinên ciwan kir ku şêniyên taxên xwe ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê biparêzin.

(sb)

ANHA