Kesayetê welatparêz Ehmed Tehlo wefat kir

Kesayetê welatparêz, Ehmed Ebdulezîz Tehlo di temenê xwe yê 72 salî de, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Kesayetê welatparêz Ehmed Tehlo wefat kir
30 ÇILE, 2022   14:33
QAMIŞLO

Kesayetê welatparêz, Ehmed Ebdulezîz Tehlo ê ji gundê Cîlika yê Girkê Legê di temenê xwe yê 72 salî de, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Tehlo jiyana xwe xist xizmeta gel û welatê xwe. Di nava tevgera rizgariya Kurdistanê û TEV-DEM'ê de têkoşîn da meşandin.

Tehlo di salên 80'î de tevgera rizgariya nas kir. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve  cihê xwe di nava Komîteya Lihevanînê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê de girt.

Ehmed Tehlo bavê du gerîlayên şehîd; Macid Tehlo (Şerîf) û Bengîn Tehlo (Gernas) e. Gernas yekemîn şehîd ji gundê Cîlika ye. Ji bo dilsoziya bi şehîd re Gernas re komîngehek bi navî wî hate vekirin.

ANHA