Cenazeyên du şehîdên berxwedana Hesekê bi merasîmekê li Kobanê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyên şehîdên QSD'ê şehîd Cemîl Oso û Osman Osman li goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

30 ÇILE, 2022   14:50
KOBANÊ

Şervanên QSD'ê Cemîl Oso ( Cemal Xurxurî) ji gundê Xurxurî yê rojavayê Kobanê ye Osman Osman (Tolhildan Feraşîn) ji gundê Til Hacib ê rojhialtê Kobanê ye, di 20 Çileyê de di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de Cemîl Oso û Osman Osman şehîd bûn.

Di merasîma oxirkirinê de, ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Kobanê axivî û got: "Komploya li dijî gelê Kurd berdewam e. Duh Kobanê bû îro jî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ye."

Mehmûd Kobanê wiha domand: "Çawa me DAIŞ li Kobanê tune kir, em ê li girtîgeha Xiwêran jî tune bikin. "

Mehmûd Kobanê soza şopandina rêya şehîdan da.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, Eyşe Efendî axivî û got: "Ji 15`ê Sibatê û vir ve, komplo berdewam e. Armanc jî pêkanîna komkujiyan li dijî gelên herêmê di salvegera serkeftina Kobanê de bû. "

Eyşe destnîşan kir ku çawa çete li Kobanê têk çûn wê li Hesekê jî tune bibin.

Eyşe Efendî bang li hemûyan kir ku xwedî li şehîdan û destkeftiyên wan û fikirê rêber Abdullah Ocalan derkevin, xayînan û çeteyên terorîst ji herêmê derxin.

Bi navê malbatên şehîd Cemîl Oso û Osman Osman axaftin hatin kirin û berxwedana şervanan li dijî komployan, hatin silavkirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Piştre girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA