Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir

Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên taxên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kirin ku di 20`ê Çileyê de piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê koçber bûn.

Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir
Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir
Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir
Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir
Rûspiyên navçeya Holê alîkarî ji koçberên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir
30 ÇILE, 2022   13:49
HESEKÊ

îro rûspiyên êlên navçeya Holê serdana koçberên taxên Xiwêran û Zihûr kirin  da ku rewşa wan nas bikin û alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin. Rûspiyan 10 milyon lîreyên Sûriyê radestî meclisa kantonê kir.

Şandeyê pêwîstiya avakiriya dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî destnîşan kir. Rûspiyê êla El-Xatuniye Îbrahîm Sultan diyar kir ku ew ji serdanê armanc dikin ku rewşa koçberan nas bikin û alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.

Sultan xwedîderketina şêniyên Hesekê bi taybet şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr li hêzên leşkerî silav kir û got: “Helwesta şêniyan cihê serfiraziyê ye.”

(şx)