​​​​​​​Di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke DAIŞ`ê de şer derket

di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li taxa Xiwêran aliyê başûrê bajarê Hesekê şer derket.

​​​​​​​Di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke DAIŞ`ê de şer derket
29 ÇILE, 2022   11:09
​​​​​​​HESEKÊ

Nûçegihanê me ji taxa Xiwêran ragihand ku di van kêliyan de di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê de li nêzî dibistan Fatîme El-Zehra ya li taxê şer derket.

Nûçegihanê me da zanîn ku dema operasyona lêgerînê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê li nêzî dibistana Fatîme El-Zehra berdewam dikir, şer di navbera Hêzên Ewlekariyê û şaneyeke DAIŞ`ê ku xwe di malekê de veşartibû de derket.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine bidestxistin, şane ji 5 kesan pêk tê, yek ketiye kuştin û bi yên din re jî di nava şer de ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD`ê operasyonên lêgerînê li taxên Xiwêran û Zihûr didomînin.

ANHA