Aboriya Efrînê berî û piştî dagirkirinê

Aboriya kantona Efrînê di qonaxên cuda re derbas bû, lê qonaxa herî kambax piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ye, ji ber ku Efrîn veguherand qada talankirin û wêrankirina mal û milkên welatiyan.

Aboriya Efrînê berî û piştî dagirkirinê
29 ÇILE, 2022   07:16
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Ji bo hemû civakan aborî faktorekî girîng e. Ev faktor ji aliyê rejîmên serdest ve hate bikaranîn da ku bi rêya wê siyaseta xwe li ser civakan ferz bike

Rewşa kantona Efrînê ji rewşa giştî necudatir e, ji ber ku aboriya kantonê di qonaxên cuda re derbas bû. Beriya aloziyê Sûriyê hikumeta Şamê destên xwe danî ser xêr û bêra wê kantonê, aboriya xwecihî fetisand û nehişt pêş bikeve û şêniyên kantonê sûdê jê bigirin.

Bi destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê re di 2012`an de, qada aborî ya herêmî hate pêşxistin, lê bi destpêka 2018`an re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êrişî kantonê kir, mal û milkên sivîlan talan kir, ji ber wê Kurdên li wir mabûn, nema dikarîn hewcedariyên xwe ji zeyta zeytûna dabîn bikin. Di encamê de aboriya wê hilweşiya.

DI PÊVAJOYA SERWEROYA HIKUMETA ŞAMÊ DE ABORIYA WELATÊ BIXÊR Û BÊR 

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd derbarê siyaseta hikumeta Şamê de, da ku aboriya bakurê Sûriyê lawaz bike ji ANHA`yê re axivî.

Îmad Dawûd diyar kir ku siyaseta hilweşandina aborî ya ku hikumeta Şamê beriya aloziyê li dijî herêmên Kurdan dida meşandin, siyaseteke demdirêj bû û armanca wê ya stratejîk ew bû ku berjewendiyên xwe li ser qonaxan pêk bîne. Îmad Dawûd got: "Destpêkê li bakurê Sûriyê guhartina demografî çêkir, isbata vê yekê jî kembera erebî bû. Her wiha 4 hezar malbatên Tirkumen û Ereb li gundên Kurdan bi cih kir û erdên niştecihên resen da wan, li aliyekî din jî bi rêya siyaseta qirêj welatî koçberî bajarên mezin kir."

Dawûd ev li gotina xwe zêde kir: "Ji herêmên ku hikumeta Şamê nehişt aboriya wê bi pêş bikeve, ruxmî ku bi erdên xwe dihat naskirin, bi milyonan darên zeytûnan lê hebûn û sewalkarî lê peyda dibû, kantona Efrînê bû. Hikumetê kar û xebata aborî lê qedexe kiribû, mînaka vê yekê jî li herêmê kargehên çêkirina semadê, êm û navendên pîşesaziyê û bazirganiyê tune bûn."

Li kantona Efrînê zêdetirî 18 milyon darên zeytûnan hebûn û di salên berhemdayînê de derdora 270 hezar ton zeyt derdixist, her wiha ji ber ku axa wê ya guncaw çandinî lê li pêş bû, vê yekê jî dihişt aboriya kantonê geş bibe.

Her wiha hikumeta Şamê nehişt kargehên aboriya kantonê geş bike, werin avakirin, lê destûr da ku 13 kargehên bermahiyên zeytê (bîrînê) li derdora kantonê werin avakirin ku bandoreke neynî li jîngehê dike.

Îmad Dawûd diyar kir ku siyaseta hikumeta Şamê plankirî bû û bû sedem ku rêjeya bêkariyê li kantonê zêde bibe, ji ber ku karker koçberî bajarên mezin kir ku derfetên kar lê hene û deriyên sînor ên Bab Selam û Bab El-Hewa lê ne, ji wan Heleb, Idlib û Ezaz.

Dawûd da zanîn ku planên hikumeta Şamê bi cih hatin, hejmarake mezin ji welatiyên gund û navçeyên kantona Efrînê ji bo derfetên kar berê xwe da bajarên mezin, vê yekê jî bandoreke neynî li aboriya kantonê kir, di heman demê de zeyta zeytûnan derbasî dewletên cîran nedibû, pê re jî nirxê wê daket û cotkaran nema dikarî lêçûna darên xwe bide."

BI ŞOREŞA ROJAVA RE..

Piştî hikumeta Şamê ji kantona Efrînê derket û Şoreşa 19`ê Tîrmehê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser dest pê kir, rewşa aborî ya kantonê hate guhartin.

Derbarê vê yekê de Îmad Dawûd ev nirxandin kir: "Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û rizgarkirina kantona Efrînê ji siyaseta ku li ser hatibû ferzkirin re, rewşa aborî ya kantonê hate guhartin, siyaseteke nû hate meşandin ku hişt zemîneke baş ji bo geşkirina aborî were avakirin."

Dawûd wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi destpêkrina şer li herêmên Heleb, Idlib, Hema û tevahiya herêmên derdora kantona Efrînê re, Efrîn di warê çalakiya aborî de bû nuqteyeke girîng, ji ber ku devereke ewle ye û xwedî stratejiyeke ku herêmên cuda bi hev ve girêdide. Li ser vê yekê tevgera veguhestina bazirganiyê geş bû. Ji herêmên ku şer lê diqewimînin bazirgan bi dehan kargehên madeyên xwarinê li Efrînê vekirin. Di encamê de aborî geş bû û derfetên kar lê hatin peydakirin."

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser bi rêya proje û siyaseta xwe ya têkildarî aboriyê ku li ser bingeha aboriyeke komînal bû, guhartineke balkêş di qada aborî de çêkir, pê re rewşa avahîsazî û civakî hate geşkirin.

Dawûd wiha berewam kir: "Bi başbûna rewşa kantonê re ku aboriya bakurê Sûriyê îdare dikir, dewletên mêtînger, di serî de dewleta Tirk herêm hedef girt."

PIŞTÎ DAGIRKERINÊ

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir, li dijî gelê wê bi dehan komkujî pêk anî, her wiha bi sed hezaran niştecihên wê koçberî kantona Şehbayê kir, yekser siyaseta guhartina demokgrafî meşand û xêr û bêra herêmê û şûnwarên wêran kirin.

Têkildarî mijarê Îmad Dawûd got: "Armanceke dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê ew e ku sûdê ji aboriyê wê werbigire, ji ber ku aboriya Efrînê, darên zeytûnan û rêya bazirganiyê rê li pêşiya hilweşandina aboriya Tirkiyê girt."

Dawûd diyar kir ku armanca yekemîn ji siyasetên ku niha li Efrînê têne meşandin guhertina demografiya herêmê ye û ya duyemîn ji nûve  aboriya xwe zindî bikin û ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker gelek rêbaz bi kar anîn da ku vê siyasetê pêk bîne, ji wan revandin û şantajkirina welatiyan da ku bitirsin, koçberî derveyî kantonê bibin û di aliyê madî de sûdê ji wan werbigire. Her wiha mal û milkên welatiyan desteser bike, şûnwarên herêmê talan bike û li bazarên reş bifiroşe."

Îmad Dawûd bal kişand ser rewşa aboriya Efrînê ya niha û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di halê hazir de rewşa welatiyan li kantona Efrînê kambax e, lê beriya dagirkeriyê qada aboriyê geş dikirin, îro jî nikarin hewcedariyên xwe ji zeytê depo bikin, ji ber ku nirx bilind in, nikarin madeyên germkirinê jî dabîn bikin."

(eh)

ANHA