Rojnameyên erebî: Tawanên gendeliyê şansê Zêbarî kêm dikin

Rojnameyên erebî îro têkildarî tawanên gendeliyê yên li dijî namzetê PDK`ê Hoşyar Zêbarî, hilbijartinên Lubnanê piştî vekişîna Herîrî û rewşa Yemenê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Tawanên gendeliyê şansê Zêbarî kêm dikin
Rojnameyên erebî: Tawanên gendeliyê şansê Zêbarî kêm dikin
Rojnameyên erebî: Tawanên gendeliyê şansê Zêbarî kêm dikin
29 ÇILE, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

`TAWANÊN GENDELIYÊ ŞANSÊ ZÊBARÎ JI BO SEROKKOMARIYA IRAQÊ KÊM DIKE’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rewşa namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê serokkomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî niha gelekî kêm e, bi taybet piştî propagandaya ku sala 2016`an dema wezîrê maliyê bû, li dijî wî hat kirin û di encamê de parlamentoyê bawerî jê kişand.

Ruxmî ku wê demê Zêbarî got serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El-Malîkî bi van tawanan ew kiriye hedef, lê tswanên gendeliyê şansên wî yên di serokatiya Iraqê de kêm kirin. Ev jî nîşan dide ku Berhem Salih jê nêzîktir e ku baweriya parlamentoyê qezenc bike û careke din bibe serokkomarê Iraqê.

Çavdêrên ji Iraqê diyar kir ku gelekî dûr e ku El-Sedr piştgiriyê bide Zêbarî ruxmî ku pêwîstiya wî bi piştgiriya bloka PDK`ê heye da ku hikumeta xwe ava bike. Her wiha destnîşan kirin ku tawanên gendeliyê dê piştevaniya gel ji El-Sedr re kêm bike.”

`CINBULAT BERAMBERÎ VEKIŞÎNA EL-HERÎRÎ HEVKARIYA BI HÊZAN RE XURTTIR KIR`

Der barê rojeva Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Partiya Pêşverû ya Sosyalîst bi serokatiya namzetê berê Welîd Cinbulat hewl dide encamên neyînî yên vekişîna serokê hikumetê yê berê Seed El-Herîrî û Şepêla Pêşerojê (Musteqebl) ji hilbijartinên palamentoyê bê bandor bike.

Ji bo wê Cinbulat hewl dide bi hêzên lubnanî yên din re li hev bike.

Cinbulat duh li gel kanaleke televîzyonê axivîbû û gotibû: “Em ê hevalbendiyê bi hêzên lubnanî û kesayetên serbixwe re çêkin, lê divê em li xwe mikur werin ku dibe em winda bikin û dibe em giraniya xwe biparêzin.”

‘El-EMELÎQA: OPERASYONA LI ROJHILATÊ WELÊT BI DAWÎ BÛ’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Hêzên Emalîqa yên alîgirên hikumeta Yemenê û ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin, ragihand ku operasyona wê ya li dijî çekdarên Hûsiyan li rojhilatê welêt bi dawî bûye û hêzên xwe li parêzgeha Şebwayê ji nû ve bi cih kirin.

Emalîqa bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona ‘Îsar El-Cenûb’ bi rizgarkirina midûriyeta Bîhan a parêzgeha Şebwa û Herîb a Merebê tacîdar bûye.”

(şx)