Piştî ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê, artêşa Tirk êrişî Til Temirê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî gundewarên Til Temirê dikin , lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Piştî ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê, artêşa Tirk êrişî Til Temirê dike
26 ÇILE, 2022   19:07
HESEKÊ

Piştî çend saetan ji ragihandina QSD’ê ya serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan êrişên bejahî li ser gundê Til El-Leben ê başûrê rojavayê Til Temirê pêk tînin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrişan didin û heta vê kêliyê êriş berdewam in û tu agahî li ser windahiyan bi dest neketin.

(fr)

ANHA