Rêveberiya Xweser: Em serkeftina li Hesekê pîroz dikin, berxwedana hêzên leşkerî û şêniyan silav dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina berxwedana Hesekê li hember plana nû ya DAIŞ’ê û piştevanê wê yê tirkî pîroz kir û piştrast kir ku armanc ji vê êrişê ya hemwextî salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser têkbirina vê rêveberiyê bû, lê berxwedana hêzên leşkerî û şêniyan ew plan têk birin.

Rêveberiya Xweser: Em serkeftina li Hesekê pîroz dikin, berxwedana hêzên leşkerî û şêniyan silav dikin
26 ÇILE, 2022   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya ragihandina QSD’ê ya kontrolkirina girtîgeha Sînna ya li Hesekê bi giştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi rêzdarî hemû şehîdên ku di pêngava "Gurzê Gelan" de canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Em hemû lehengên xwe ku kedeke mezin li hember êrişa rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst a bi desteka dewleta Tirk hewl dide careke din xwe xurt bike, silav dikin.

Armanc ji vê êrişî ku herêmên nû dagir bikin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin. Di 20`ê Çileyê de ku roja damezirandina Rêveberiya Xweser e êrişên xwe pêk anîn. Ev yek jî teqez dike ku ev yek êrişeke li dijî îradeya gelên herêmê bû. Lê ev êriş bi saya keç û xortên me hate têkbirin.

Em îro du serkeftinan pîroz dikin. Serkeftina Kobanê û serkeftina gelê me li Hesekê. Em gelê xwe bi vê serkeftina mezin, pîroz dikin. Ev serkeftin weke dagerandineke dîrokî ya duyemîn ji gelê me re ye di aliyê bilindkirina berxwedana li dijî DAIŞ`ê de. Hovîtiya DAIŞ`ê hate têkbirin û di 2015`an de li Kobanê bi bin ket, her wiha li Hesekê jî stratejiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû danîn û bi cilên DAIŞ`ê pêk hat, bi bin ket.

Em hemû pêkhateyên gelê xwe silav dikin. Sekin û helwesta wan a dîrokî jinûve teqez dike ku projeya yekitiya gelan baştirîn pêşniyar ji bo parastina nasname û hebûnê ye. Em QSD, YPJ, HPC  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav dikin ku bi îrade û îsrar ev serkeftin bidest xist.

Em bang li gelê xwe dikin ku di parastina taxan de hişyar bin û destekê ji hêzên parastinê re li dijî çi êrişan berdewam bikin da ku destkeftiyên gelê me werin parastin."

(bx)

ANHA