'Çawa li Baxozê teslîm bûn, îro jî li  Hesekê teslîm bûn'

Ji Fermandarên YPJ’ê Barîn Hesekê diyar kir ku wan li hemberî çeteyên DAIŞ ‘ê serkeftineke dîrokî bidesxist û got, “Me di salvegera rizgarkirina Kobanê de cardin DAIŞ'ê binxist.”

'Çawa li Baxozê teslîm bûn, îro jî li  Hesekê teslîm bûn'
26 ÇILE, 2022   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên YPG, YPG û QSD'ê bi pêngava "Gurzên Gelan" êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê têk birin.

Ji fermandarên YPJ'ê Barîn  Hesekê di derbarê pêngavê de ji ajansa me re wiha axivî: “Weke hêzên YPJ û QSD'ê ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye. Êrişa ku di 20'ê Çileyê li girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê ji aliyê çeteyên DAIŞ ‘ê ve pêk hat bi salvegera êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê ve heman roj bû . Ev rasthatina  ne tişteke xwebere û cardin têkiliya çeteyên DAIŞ û Erdogan dide nîşandan. Lê weke hêzên YPJ’ê me cardin li hemberî çeteyên DAIŞ serkeftineke dîrokî bidestxist. Îro salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ye û me îro cardin di heman rojê de bajarê Hesekê jî  rizgar kir. DAIŞ'ê li Kobanê çawa binkeft îro jî li bajarê Hesekê jî binkeft.”

Barîn Kobanê diyar kir ku bi vê serkeftinê cardin pêşiya qetlîamên pir mezin girt û wiha dom da axaftina xwe:"Ger ku çete di bajêr de belav bibûya wê gelê me biketa nava xeteriyeke mezin. Bi saya hevalên me yên şehîd, Hezên Ewlekariya Hûndirîn,  YPJ, QSD û hemû hêzên parastinê ve cardin li pêşiya qetlîamekî hate girtin.  Çawa ku piştî pêngava tûnekirina DAIŞ’ê ya li Baxozê, çete teslîmî hêzên me bûn îro jî bi heman rengî li bajarê Hesekê xwe radestî hêzên me dikin. Ev rastiya hate jiyîn careke din îradeya gelê Kurd dide nîşan dide. Serkeftina me ya di pêngava Gûrzê Gelan de soza me ya rizgarkirina bajarê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ye. "

'EM Ê HERDEMÎ GELÊ XWE Û WELATÊ XWE BIPARÊZIN'

Ji şervanên YPJ’ê Denîz Kobanê jî serkeftina pêngavê wiha nirxand: “Di encama berxwedana 7 roja ya hêzên QSD û YPJ’ê de, êrişên çeteyên DAIŞ hatin tekbirin. Çeteyên DAIŞ dixwestin xwe ji nû ve zîndî bikin û gel me bi qetlîamekî re rû bir û bihêlin. Lê bi berxwedana me ev planên wan yên qirêj pêk nehat û îro bi temamî xwe rastî hêzên me kirin. Wekî şervanên YPJ’ê di roja destpêka vê şoreşê de me çawa gelê parast em ê bi heman rihî herdemî gelê xwe û welatê xwe biparezin. Emê li hemberî vê hişmendiya tûndraw têkoşîna xwe berdewam bikin.”

ANHA