14:50'î saeta serkeftina berxwedanê û têkbirina çeteyan e

26'ê Çileyê saet 14:50'an, ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû kesên ku li hemberî DAIŞ'ê sekinî dîrokeke watedar e.

14:50'î saeta serkeftina berxwedanê û têkbirina çeteyan e
26 ÇILE, 2022   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

26'ê Çileyê 2015`an de, piştî berxwedana 143 rojan a YPJ û YPG`ê, çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê hatin têkbirin.

Piştî 7 salan û di 26`ê Çileyê 2022`an de QSD`ê ragihand ku girtîgeha Sînaa bi temamî kete bin kontrola wan. Ev jî piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di 20`ê Çile de êriş kiribûn.

QSD`ê careke din di saet 14:50`an de ragihand ku girtîgeh kete bin kontrola wan û çete bi bin xistin.

(bx)

ANHA