HAT nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya HAT’ê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di şerê li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de şehîd bûye, eşkere kir.

HAT nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
26 ÇILE, 2022   17:21
AVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Taybet (HAT) ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û tê de nasnameya şehîdekî xwe ku di şerê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Nasnameya şehîd wiha ye;

Navê tevgerî: Cîger

Nav û paşnav: Ehmed Yûsif

Navê bav: Cafer

Navê dê: Fatme

Cih û dîroka jidayikbûnê: Abîre 15.01.1997

Cih û dîroka tevlêbûnê: 01.01.2015

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 24.01.2022

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiya malbata şehîd Ehmed dixwazin û bejana xwe li hember fedekariyên şehîdên xwe ditewînin û piştrast dikin ku em ê li ser şopa şehîdan a parastina xak û azadiya gelê xwe bimeşin."

(fr)

ANHA