Rûspiyên Dêrazorê: ''Lihevkirin" komployek li dijî şêniyan e

Rûspiyên gundewarên Dêrazorê yên di bin kontorla hêzên hikumeta Şamê de lihevkirinên ku qaşo hikumeta Şamê pêk têne, red kirin û bi komplo û xefkekê li dijî şêniyan bi nav kir.

Rûspiyên Dêrazorê: ''Lihevkirin" komployek li dijî şêniyan e
26 ÇILE, 2022   05:20
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Piştî Dera, Himis û gundewarê Şamê, hikumeta Şamê hewl dide "Lihevkirin" an "Çareserî" li Dêrazorê pêk bîne da ku şêniyan neçar bike ku siyasetên wê pêk bîne.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/01/25/200702_-.jpg

Ji gundê Merat ê Dêrazorê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de rûspî Rawî Derwîş ji ANHA'yê re axivî û got: "Hikumeta Şamê piştî ku nefesa dawî dikişand, niha behsa lihevkirin an jî çareseriyan dike, hewl dide bi vê yekê desteka manewî bigire. Ev komploye ku li dijî welatiyan tê kirin, piraniya xelkên ku çareseriyan  li gorî hikumeta Şamê pêk tînin, tên xapandin û girtin. Ev ne lihevkirin e, lê komplo ye."

Derwîş diyar kir ku heger hikumeta Şamê lihevkirinê bi gelê Sûriyê re bixwaze, bi kêmanî divê biryara valakirina girtîgehên xwe bide û wiha domand: "Di gelek girtîgehên wê de girtiyên siyasî, an karmend an jî xwendekar hene ku bi dijminahî û zilmê hatine girtin, ji ber ku banga azadiyê dikirin."

Rawî Derwîş bang li tevahî welatiyên Sûriyê kir ku bi "lihevkirinan" neyên xapandin û wiha domand: "Ev lihevkirin xefk in, hikumeta Şamê ku nefesa dawî dikişand bi van lihevkirinan dixwaze li ser lingan bisekine. Sûriyê wê rizgar bike, em ê hikumeteke sûrî, demokratîk ava bikin ku rêzê ji mirov û mirovahiyê re digire."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/01/25/200729_-.jpg

Ji rûspiyên bajarokê Ezba, Xazî Ebdurehman îşaret pê kir ku hikumeta Şamê di vê demê de propagendaya "lihevkirinan" dike û wiha got: "Divê em dersê ji çareseriyên li Derayê û binpêkirinê sozên hikumetê ji bo xelkê Derayê bigirin ku piraniya ciwanên ku garantiya ewlehiyê ji hikumetê wergirtibûn, hatin kişandin. Hikumeta Şamê sozên xwe bi wan re bin pê kir. Divê em jî dersê ji vê nêzîkatiyê bigirin."

Xazî Ebdurehman diyar kir ku lihevkirinên ku hikumeta Şamê qala wan dike û xelkê ji gundên wan derdixîne, komployeke û tu soz û mîsaq ji van çareseriyan re tunene.

Ebdurehman "lihevkirin" red kir û got: "Bi tu awayan em lihevkirinan bi hikumeta Şamê re qebûl nakin, ji ber ku wekî xefkekê ji bo şêniyên Dêrazorê re dibînin."

ANHA