ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2022
26 ÇILE, 2022   00:00

-Bi boneya salvegera 7'emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, şêniyên Kobanê şehîdên azadiyê li goristana Şehîd Dicle bi bîr tînin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hîna jî rihê berxwedana 2014`an ku li Kobanê hate meşandin, di bîra berxwedêrên wê de ye. Tişa ku hîşt şervan di berxwedana li dijî rêxistina herî hov li cîhanê (DAIŞ) de bi ser bikevin, tîna wan a azadiyê û piştgiriya gel bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hediye Elî destnîşan kir ku projeyên hilberandinê li ser esasê xwetêrkirinê, karê wan ê sereke ye û  diyar kir ku dê razemeniyên biyanî li herêmê çêbin û got Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya gel dixebite û peyama “Em ê zehmetiyan derbas bikin, baweriya xwe bi me bînin.” da raya giştî.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetên welatparêz piştgiriya xwe ji gerîla re anîn ziman û gotin: "Berxwedana gerîla wê dîrokeke nû ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn re binivisîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên gundewarên Dêrazorê yên di bin kontorla hêzên hikumeta Şamê de lihevkirinên ku qaşo hikumeta Şamê pêk têne, red kirin û bi komplo û xefkekê li dijî şêniyan bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek ferd bi çekên xwe yên takakesî bi êvarê, bi destpêkirina qedexeya beşî ya derketina derve li Qamişloyê re li dora agir dicivin da ku li kêlek hêzên ewlehiyê digel êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, ewlehî û istîqrara bajêr biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên êrişî girtîgeha Sînaa dikin destekê ji rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nezîre Gewriyê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî karîn van planan pûç bikin û operasyonên lêgerînê berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskar û rojnamevan Eşref Ebû El-Hol got, Tirkiye di çarçoveya şertên normelîzekirina têkiliyan bi Misirê re, hin şert pêk anîn, lê mudaxeleya ya domdar di Lîbyayê de normelîzekirinê dereng dixe. (BI WÊNE).

JIN

-Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Hesekê û bi banga destwerdanê li civata navneteweyî da ku dosyaya girtiyên DAIŞ'ê bi dawî bike, Meclisa Jinan a Sûriyê çalakiyekê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke bi meşeleyan li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokên meclisên herêma Efrînê da zanîn ku PKK`ê partiyeke ku hemû neteweyan digire nava xwe û got: "Ji bo ku Kurd negihêjin azadiya xwe, navê terorê li PKK'ê dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA