​​​​​​​Kongra Star salvegera  rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir

Koordînasyona Kongra Star a Rojava salvegera 7`emîn a rizgarkirina Kobanê û 8`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir û got: "Bi berxwedana YPJ  û YPG`ê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin û Rêveberiya Xweser hate avakirin."

​​​​​​​Kongra Star salvegera  rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
25 ÇILE, 2022   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya salvegera 7`emîn a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê û salvegera 8`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "7 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûn. Kobanê li ser asta tevahî cîhanê  bûye sembola berxwedanê. Berxwedana li dijî xetertirîn rêxistinên terorîst hemû pîvanên hêz û siyasetan guhert. Komploya li dijî Şoreşa Rojava têk bir û dagerandineke dîrokî bû bala cîhanê kişand ser îradaya azad a gelên herêmê û rola dîrokî ya zarokên herêmê li dijî terorîstan.

Bi berxwedana YPJ  û YPG`ê  ku efsaneyên lehengî û fedekariyê di parastina Kobanê de û destekftiyên  wê de nivîsandin û bi milyonan gelên cîhanê li derdora xwe kom kir û Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.

Kobanê bi rihê fedekarî yê Arîn Mîrkan, Destîna, Rêvan û hemû hevalên ku li dijî terorîstên DAIŞ`ê yên destekê ji dewleta Tirk digrin rizgar bû. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar ên li ser Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê  Sûriyê dixwaze tola çeteyên DAIŞ`ê rake.

Êrişên li ser Hesekê, Kobanê, Reqa, Şengal û hemû herêmên ewle hewldaneke ji bo jinûve vejandina DAIŞ`ê û pêkanîna planên qirêj, berdewamiya siyaseta qirkirina  gelê Kurd û hemû gelên ku pîvana biratiya gelan esas digrin e, her wiha ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê li herêmên Rêveberiya Xwesere. Lê berxwedana ku hêzên me dimeşînin hêza xwe ji berxwedana dîrokî ya Kobanê û rihê berxwedana Kobanê digirin.

Bi vê boneyê em berxwedana dîrokî ya Kobanê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin. Em salvegera 7`emîn a rizgarkirina Kobanê û salvegera 8`emîn a demezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî gelên xwe pîroz dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîn û rêxistinkirina xwe xur bikin, li derdora hêzên xwe kom bibin da ku destekftiyên şoreşê biparêzin, hemû planên dijmin û komployên li dijî îradeya azad a gelên herêmê, têk bibin."

(bx)

ANHA