' Heta ku Tirkiyê destekê bide wê xeteriya DAIŞ'ê bi dawî nabe'

Nezîre Gewriyê got, heta ku dewleta Tirk destekê bide, wê xetereya çeteyên DAIŞ'ê û hewldanên zindîkirina wan bi dawî nebe û banga dîtina çareseriyeke bingehîn ji dosyaya kampa Holê û girtîgeha Sînaayê re kir.

' Heta ku Tirkiyê destekê bide wê xeteriya DAIŞ'ê bi dawî nabe'
26 ÇILE, 2022   04:15
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Ji roja Pêncşema borî ve, piştî ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kirin ku 5 hezar çeteyên DAIŞ'î yên girtî lê hene, li taxê, bi taybet derdora girtîgehê, şer di navbera QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li aliyekî û çeteyên DAIŞ'ê li aliyekî din de didome.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê diyar kir ku bûyerên ku li girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê diqewimin ne nû ne, ew di çarçoveya rêzehewldanên zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Her carê şaneyên DAIŞ’ê hewl didan ku çeteyan ji girtîgeha Sînaa birevînin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûyerên li girtîgehê kontrol dikin."

Nezîre Gewriyê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî karîn van planan pûç bikin û operasyonên lêgerînê berdewam dikin.

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE DAIŞ'Ê ZINDÎ BIKE'

Nezîre Gewriyê da zanîn ku şaneyên ku hewl didin çeteyên di girtîgeha Sînaayê de birevînin bi desteka îstîxbarata dewleta Tirk dixwazin ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa, hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku ji bo piştgiriyê berî dida Hesekê, pêk hatin.

Têkildarî mijarê, Nezîre Gewriyê diyar kir ku ev teveger nîşaneya piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ'ê re ye û wiha got: "Ev bûyer ne tesaduf in. Tirkiyê sûdê ji van bûyeran re digire da ku herêmên din dagir bike."

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ JI BO CÎHANÊ XETERIYEK MEZIN E'

Nazîre Gewriyê bal kişand ser bangên Rêveberiya Xweser yên ji bo çareseriyeke ji dosyayên kampa Holê û girtîgeha Sînaa re ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê tê de hene û got: "Kampa Holê û girtîgeha Sînaa li taxa Xiwêran, wekî bombeyekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewamiya bêdengiya navneteweyî li hember daxwazên Rêveberiya Xweser metirsiyeke mezin li ser gelê Sûriyê û tevahî cîhanê çêdike."

Nezîre Gewriyê diyar kir heta ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, metirsiya çeteyên DAIŞ'ê û hewldanên zindîkirina wan bi dawî nabe û got, divê hemû welat piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û çareseriyekê ji bo çeteyên DAIŞ'ê û şaneyên wê li herêmê bibînin û ji bo wan dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê bang li gelên herêmê kir ku destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê.

(dx)

ANHA