Berxwedana 9 şervanên di girtîgehê de pêşî li reva bi hezaran çeteyan girt

9 şervanên ku di girtîgeha Sînaa de hatibûn dorpêçkirin li ber xwe da û nehişt çete birevin û komkujiyan li dijî şêniyan çênekin.

Berxwedana 9 şervanên di girtîgehê de pêşî li reva bi hezaran çeteyan girt
25 ÇILE, 2022   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Şervanên di girtîgeha Sînaa de li ber xwe daye, berxwedaneke mezin raber kir û rizgarbûna wan mîna mûcîzeyekê bû. 5 rojan li hember çeteyên DAIŞ’ê yên girtî li ber xwe da, nehiştin ew piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ji derve ve ji girtîgehê birevin, bi hemû hêza xwe, bêyî av û xwarinê bi çekên xwe yên sivik li hember çeteyên terorîst li ber xwe da.

Şervanên di girtîgehê de li ber xwe dane bûn mertalên xurt û rê li ber komkujiyên nû li dijî şêniyên Hesekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê girtin.

QSD’ê di 24’ê vê Çileyê de ew koma ji 9 şervanan pêk tê ku destanên lehengane di 5 rojan de nivîsandine, rizgar kir. Yek ji wan şervanan Bawer Cûdî ye. Bawer Cûdî ji ajansa me re hin hûrgiliyên di girtîgehê de parve kirin û wiha got: "Roja pêncşemê teqînek çêbû, me çekên xwe rakirin û berê xwe da derve, gule avêtin me. Em nikarîn derketana. Me jî bersiva wan da. Di heman demê de çeteyek di pêş min re derket û hewl da çekê ji min bistîne. Axaftin di navbera me de çêbû, dûvre çeteyek din hat û bi alaveke tûj li serê min da."

Bawer Cûdî wiha domand: "Piştî derbeyê, ez ketim xwarê û piştî hişê min hate serê min, min çeka xwe nedît, min tenê cercûr dît. Yekser ez hilkişiyam qatê jor. Çete dan pey min û hewl dan me wek dîlan bigirin. Piştre mayîneke destan avêtin, di encamê de heval Akif şehîd ket. Min çekê hevalê xwe yê şehîd rakir û tevî derbeya min xwariye, min bersiva çeteyan da. Min nehişt çete hilkişin qatê jor, min û hevalên xwe ev qat kontrol kir."

Bawer Cûdî da zanîn ku wan tedbîrên guncaw girtin û wiha pê de çû: "Di qata jor de me li ber xwe da û me nehişt ew derkevin. Kî ji avahiyê derdiket û hewl dida bireve me li wan dida. Lê piştî dîtin ku nikarin, çeteyan agir bi qatê jêr xist û dûmanekî gur ber bi me ve hilkişiya. Gotin xwe radest bikin, lê me guh neda wan û me rewş kontrol kir."

Bawer Cûdî eşkere kir ku şervanên QSD’ê li derve li hember çeteyên ku êriş kirine û yên piştî êriş çek rakirine li ber xwe didan û ev tişt got: "Min di pencereyekê re bi destê xwe îşaret hevalekî li derve kir, dema ez dîtim mîn nîşaneya serkeftinê hilda û wî jî nîşaneya serkeftinê hilda û yekser ji wî cihî çû. Ez li vir fikirîm, gelo wî hevalî ez nas kirim û zanî em dorpêçkirî ne?Gelo çû planek ji bo derxistina amade bikin? An ez nas nekirim?"

Cûdî wiha gotina xwe berdewam kir: "Piştî demeke kurt tevgereke xurt bi rêya çekên giran û erebeyan a hevalên me yên QSD’ê çêbû û nêzî avahiya ku em tê de bûn û dest bi operasyonekê li derdora avahiyê kir. Piştre bi rêya speakeran bang kir û gotin heval Bawer dakeve em ê te rizgar bikin. Ez yekser daketim, lê sekvanê çeteyan ji avahiya li hember gule ber bi min ve avêt, lê erebeyên hevalan rewş kontrol kir û derbasî avahiyê bû û ez rizgar kirim."

Bawer Cûdî îşaret bi dema dengên çeteyên di girtîgehê de dihat û wan têkilî bi yên derve re datanî kir û wiha got: "Çeteyên li derve digotin em nikarin têkevin girtîgehê, ji ber ku berxwedaniyek heye."

Cûdî behsa tiştê di girtîgehê de dîtiye kir û wiha lê zêde kir: "Me bêserûberiya êrişê û danûstandina bi hin dîlgirtiyan re dîtin. Dîlgirtiyekî birîndar şewitandin. Betanî avêtin ser wî û bi zindî agir bi wî xistin û serê hin hevalên dîlgirtî jê kirin."

Şervan Bawer Cûdî got, çete niha di goşeyeke girtîgehê de hatine dorpêçkirin û diyar kir ku niha girtîgeh bi temamî di bin kontrola QSD’ê de ye û çeteyek jî nikare bireve.

Şervan Bawer Cûdî di dawiyê de îşaret bi berxwedana ku raber kirine, kir û got ew berxwedan bû mertalek, rê li ber komkujiyên mezin girt û nehişt bi hezaran çete ji girtîgehê birevin.

(fr)

ANHA