Di salvegera rizgarkirina Kobanê de.. Tîna azadiyê bû faktura serkeftina dîrokî

Hîna jî rihê berxwedana 2014`an ku li Kobanê hate meşandin, di bîra berxwedêrên wê de ye. Tişa ku hîşt şervan di berxwedana li dijî rêxistina herî hov li cîhanê (DAIŞ) de bi ser bikevin, tîna wan a azadiyê û piştgiriya gel bû.

Di salvegera rizgarkirina Kobanê de.. Tîna azadiyê bû faktura serkeftina dîrokî
26 ÇILE, 2022   00:38
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Çend sal derbas bûn, lê hîna jî bîranînên berxwedana sedsalê ku cîhan ji rêxistina herî mezin a terorê xelas kir, di xeyalên wan de zindî ne.

15`ê Îlona 2014`an bajarê Kobanê ji her çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin û çeteyên DAIŞ`ê şerê qirkirinê li ser bajêr û gelê wê pêk dianî, gelek kesan digot, ew ê bajêr ji aliyê DAIŞ`ê ve were dagirkirin, lê berovajî wê yekê pêk hat, bi saya şervanan DAIŞ hate têkbirin.

ÎSRARA BERXWEDANÊ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/01/25/200139_-.jpg

Îsmaîl Elî ku bi "Xalê Simo" tê naskirin, 2014`an tev li berxwedana Kobanê bû û li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da. Îsmaîl Elî ji ajansê re wiha axivî: "Şerê li bajarê Kobanê ne li gorî pêşbîniyan bû, wê demê bi cureyên çekan ên herî xurt em dorpêç kirin. Ew çek ji dema kontrolkirina bajarên Iraqê bi dest xistibûn, nexasim bajarê Mûsilê û ji bo qetilkirina me bi kar dianîn, ê me tenê îsrara me hebû."

Xalê Simo ev li gotina xwe zêde kir: "Ew dengê ji piştî sînor dihat, îsrara me xurttir dikir û asta hezkirina gel ji vê xakê re û rihê berxwedana serkeftina me ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê, îsbat dikir. Bê guman şervanên me roleke mezin lîstin, heta gihaşt asta ku şervanên wekî şehîda Arîn Mîrkan li dijî êrişên DAIŞ`ê yên li ser bajêr xwe biteqînin.

Xalê Simo diyar kir ku tişta ku hîştiye ew li ber xwe bidin, gel bû û ev lê zêde kir: "Her ku me li wan dinihêrî, hêvî didan me û tililiyên şervanên YPJ`ê, roleke girîng di berxwedana Kobanê de lîst, ruxmî wê berxwedên jî gelek kesan digot, ew ê Kobanê li ser destên çeteyan hilweşe, lê me di wan şeran de îsbat kir ku piştiriya gel ji şervanan re di çeperên şer de, serkeftineke cuda diafirîne."

Xalê Simo destnîşan kir ku kiryarên wê demê pêk hatin, îro têne dubarekirin û wiha dewam kir: "Wê demê hemû dergeh hatin girtin, îro jî dergehên bi herêmên Rêveberiya Xweser re hatine girtin, rêjeya ava Firatê kêm kirine û hewl didin çeteyên DAIŞ`ê ji nû ve zindî bikin, lê mîna ku 2014`an di hewldana dagirkirina Kobanê de bi bin ketin, ew ê dîsa planên wan têk biçin."

10`ê Hezîrana 2014`an piştî artêşa Iraqê ji Mûsilê vekişiya, çeteyên DAIŞ`ê bajarê Mûsil ê Iraqê kontrol kir. Çeteyan çekên giran ji wir kom kirin û anîn Sûriyê û di 15`ê Îlona heman salê de, êrişî Kobanê kir.

TÎNA ME YA AZADIYÊ HÎŞT KU EM LI DIJÎ ŞERÊ QIRKIRINÊ BI SER BIKEVIN

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/01/25/200155_-.jpg

26`ê Çileyê şervanên ku parastina Kobanê dikirin, êrişên çeteyan ên li dijî bajêr têk birin, piştre herêm li pey herêmê rizgar kirin ta ku hemû herêm rizgar kirin, ger îradeya wan şervanan û berxwedana gel tunebûya dê ev serkeftin nehatiba bidestxistin.

Ciwan Azad ku yek ji şervanên ku tev li şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûbû û wê demê birîndar bûbû wiha axivî: "Di dema êrişên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de tişta hîşt em parastina bajêr bikin, tîna me ya ji azadiyê re bû. Roja ku me bihîst li herêmên me şoreşê dest pê kiriye, me bawer nekir heta ku me bi çavên xwe dît. Ji wê demê ve gelek tiştan hîşt ku ez parastina her bihostekê ji xaka Rojava ya dorpêçkirî bikim."

Ciwan Azad bi domdarî got: "Min xwest mîna mezinên Kurdan ên di dîrokê de bim, welatekî min ê azad û hebûneke min wekî gelê cîhanê yên din hebe, her wiha hêzeke ku parastina min bike û çanda min vegerîne hebe. Bi saya YPG`ê min xwe nas kir, di heman demê de min nas kir ku şervanê xwe nas neke, nikare serkêşiya şoreşeke serkeftî bike, heta nikare parastina bajarê ku rastî qirkirinê tê, bike."

Ciwan Azad ev li axaftina xwe zêde kir: "Di şerê Kobanê de gelek astengî derketin pêşberî me, hejmara me û çekên me pir kêm bû, lê rihê berxwedanê hişt ku em van astengiyan derbas bikin, da ku dîrok xwe dubare neke û nasnameya şoreşa me jî tune neke, wekî ku di dîrokê de bi pêşiyên me re çêbûye. Me xwe li ser çawaniya parastina herêmên xwe perwerde kir, lê em ji bîr nekin ku hatina gelê Kurd ên ji her çar aliyên Kurdistanê ji bo Kobanê, moraleke mezin da me û îsbat kir ku Kobanê ne bi tenê ye."

Ciwan Azad îşaret bi berxwedana 2014`an a Kobanê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her ku kesek şehîd dibû, hêz û rihê tolhildana xakê li cem me xurttir dibû, di dawiyê de me soza ku li eniyên şerefê dabû, bi cih anî. Em li dijî êrişên li ser Kobanê sekinîn û me serkeftin qezenc kir, her wiha me ji cîhanê hevahî re îsbat kir ku tu kes nikare vê xakê dagir bike."

(eh)

ANHA