Bi mûşekan mala serokê parlamentoya Iraqê hate hedefgirtin

Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê 3 mûşek ketin xwarê. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. Tê gotin ku mûşek avêtine mala  serokê parlamentoya Iraqê.

Bi mûşekan mala serokê parlamentoya Iraqê hate hedefgirtin
25 ÇILE, 2022   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, 3 mûşek li herêma Kirme ya parêzgeha Enbarê ketin xwarê. Tê gotin yek li geraca şaredariyê û yek jî li herêma Reşad li pişt malekê ketiye û mûşekek jî neteqaye.

Li gorî agahiyan, di encamê de 2 welatî birîndar bûne. Li gorî medya Iraqê, bi van mûşekan mala serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hedef hatiye girtin.

Yek ji birîndaran zarok e. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.