Hevseroka Komîteya Aboriyê: Em ê zehmetiyan derbas bikin

Hediye Elî destnîşan kir ku projeyên hilberandinê li ser esasê xwetêrkirinê, karê wan ê sereke ye û  diyar kir ku dê razemeniyên biyanî li herêmê çêbin û got Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya gel dixebite û peyama “Em ê zehmetiyan derbas bikin, baweriya xwe bi me bînin.” da raya giştî. 

Hevseroka Komîteya Aboriyê: Em ê zehmetiyan derbas bikin
26 ÇILE, 2022   01:47
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Ji roja destpêkê ve tê xwestin ku şoreşa Rojava bi ambargoyan were dîlgirtin. Tevî hemû hewldanên tesfiyekirin û dorpêçê jî rêveberiya herêmê bi hêztir bû û di çarçoveya projeyên xwetêrkirinê de di 10 salên derbasbûyî de bi piştgiriya gel mezintir bû.

Lê belê dorpêça li ser herêmê ranewestiyaye. Li aliyekî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li aliyê din jî li seranserê cîhanê belavbûna vîrusa Koronayê û Qanûna Qeyser a li ser hikumeta Şamê jî bandorê li herêmê dikin. Aliyên li dijî Rêveberiya Xweser gelek caran hewl da rewşê manîpule bikin û ji wir encamekê bi dest bixin, mîna ku ev hemû êriş, dorpêç û ambargo tune ne.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediye Elî diyar kir ku xebatên wan ên ji bo derketina ji tengasiya aborî bê navber dewam dikin û projeyên demdirêj û demkurt ên demên pêş nirxandin.

Hediye Elî got: "Qanûna Qeyser bandoreke neyînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha di qada aborî û civakî de li tevahiya Sûriyê kir. Jixwe ji ber şerê bi salan li seranserê Sûriyê krîzeke aborî hebû û bi cezayan re kûrtir bû. Ji aliyekî din ve jî ava Firatê ku dewleta Tirk birî, hem ji aliyê kehrebeyê û hem jî ji aliyê çandiniyê ve bandoreke neyînî kir. Mijara girtina deriyên sînor jî heye. Her wiha venekirina deriyê sînor ê Til Koçerê hem li herêmê û hem jî li seranserê Sûriyê bandorên neyînî çêkirin. Li Minbicê jî derî girtî bû û vê yekê jî hişt ku em bi herêmên hikumeta Şamê re di warê têkiliyan de zehmetiyan bikişînin."  

Hediye Elî destnîşan kir girtina hemû deriyên sînor di heman demê de, planeke siyasî ye û got: “Dema ku bi vetoya Rûsyayê deriyê sînor ê Til Koçerê hate girtin jî me ev yek dît."

DABÎNKIRINA PÊDIVIYÊN SEREKE Û PROJEYÊN XWETÊRKIRINÊ

Hediye Elî got piştî van geşedanan û girtina deriyê sînor ê Pêşxabûr, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zehmetiyên zêde çêbûne û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatên wan didomin. Hediye wiha pê de çû: "Hilberandina berhemên çandiniyê yên wekî genim, ceh û pembo ji ber şer û mercên xwezayî daketibû. Di demên dawî de ji derve wergirtina wan zehmet bûye. Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên gel wekî nan, av, rûn, şekir û kehrebe û zêdekirina berhemên çandiniyê projeyên xwe didomîne. Bo nimûne; ji bo ku di demeke kin de 100 hezar ton genim bê dabînkirin, xebat tên meşandin. Her wiha ji bo sererastkirina werşeyên hilberandina qûtê û çandiniya fêkî û sebzeyan li herêmê, em dixebitin. Em dixwazin bi projeyên mezin û biçûk rêbaza xwetêrkirinê pêk bînin."

PROJEYÊN SERKEFTÎ

Hediye Elî diyar kir ku febrîqeya berhemên şîr ku nêzî salekê ye li Dêrikê dixebite, febrîqeya rûnê xwarinê ya bi navê 'Golden Rose', febrîqeya êm a li Qamişloyê û werşeya hilberandina cil û bergan piraniya pêwîstiyên herêmê dabîn dikin û got: "Pêdiviyên van kargehan jî ji herêma me tên peydakirin. Di zûtirîn demê de kargeha me ya kaxiz û kartonan û febrîqeya tekstîlê ku em ê li Hesekê vekin jî, dê werin xebitandin. Ji aliyekî din ve jî em li ser projeya avakirina herêmên pîşesaziyê dixebitin."

Hevseroka Desteya Aboriyê wiha domand: "Ji aliyê siyasî ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî nayê naskirin û her tim Rêveberiya Xweser vê rewşê li ber çavan digire û planên demdirêj çêdike. Hin plan û proje bi salan dewam dikin. Em dikarin mînaka avakirina herêma pîşesaziyê bidin."

Hediye Elî li ser êrişên bi rêya medyayê jî wiha axivî: "Ji ber pandemiya Koronavîrusê li tevahiya cîhanê krîzeke aborî heye. Bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dibe. Dewleta Tirk û alîgirên wê di vê pergalê de ku gelên herêmê bi hev re dijîn û digihêjin mafên xwe, xetereyekê li ser xwe dibînin. Di vê çarçoveyê de hem bi rêya çapemeniyê hem jî bi şerê taybet, êriş tên kirin. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê mijarê de baldar be.”

‘RAZEMENÎ Û ÎSTÎHDAM DÊ ZÊDE BIBIN’

Hediye Elî got dê razemeniyên biyanî jî li herêmê çêbin û wiha dewam kir: "Di krîzên global de bandor bi tene li me nabe, lê bandor li hemû cîhanê dibe. Krîza aboriyê ya heyî dê dawiya dawî biqede. Li herêma me aramî heye û bawerî pê heye. Biyanî pesnê jiyana li herêmê didin. Gelek şîrket dixwazin li vir razemeniyê bikin. Ji bo afirandina derfetên kar, bi şîrketên navxweyî û biyanî re peymanên me hene.”

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediye Elî di dawiyê de ev peyam da: "Ez bang li gelê me dikim ku baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser bînin. Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya gel di hemû warên siyasî, aborî û civakî de dixebite."

ANHA