'Ji bo ku Kurd negihêjin azadiya xwe, navê terorê li PKK'ê dikin'

Hevserokên meclisên herêma Efrînê da zanîn ku PKK`ê partiyeke ku hemû neteweyan digire nava xwe û got: "Ji bo ku Kurd negihêjin azadiya xwe, navê terorê li PKK'ê dikin."

'Ji bo ku Kurd negihêjin azadiya xwe, navê terorê li PKK'ê dikin'
26 ÇILE, 2022   02:35
ŞEHBA 

ji ber naxwezin kurd weke ronahiyekê derbikevin holê, her tim dixwezin kurd koleyî dagirkeran bin, ji ber vê navê terorê li wan dikin.

PKK` ê weke partiyeke ku hemû ol û mezheban digire nava xwe tê nasîn, di heman demê de jî roleke herî bibandor û mezin di nava civakê de daye jiyîn.

Têkildarî mijarê Hevserokên Meclisa Herêma Efrînê ji ANHA’yê re axivîn.

/kr/uploads/files/2022/01/25/200411_fikret-ebdelo.webp

Hevseroka Meclisa kantona Efrînê Fikret Ebdelo wiha got: "Cîhan hemû rastiya PKK` ê nas dike û dizane ku ew ne tenê ji bo parastina xwe kar dike, lê belê dixweze ji cîhanê re hebûna Kurdan eşkere bike û naxwaze Kurd bibin koleyê tu kesî."

Fikret Ebdalo wiha berdewam kir: "Lê tişta ku tê xuyakirin ku PKK`ê tu carî destdirêjî li mala tu kesî nekiriye û ev jî xuya dike ku PKK ne terrorîst e. Lê mixabin gelek hêzên hov ên wekî DAIŞ`ê derketin holê ku destdirêjî li malên sivîlan kirin û zarok û jin kuştin, lê li beramberî wê hemû cîhanê çavên xwe girtine."

Fikret Ebdalo di dawiyê de got: "Ji bo ku hebûna kurdan ava nebe navê terorîstê li PKK`ê dikin. Bi milyonan kes bi fikra PKK`ê ve hatine girêdan, heke teror ba ewqas sal li ber xwe nedida. Em bang li cîhanê dikin ku PKK ji "lîsteya terorê" derxin û weke hêzeke azad were pênase kirin."

Hevseroka Meclisa kampa Efrîn, Hûriyê Mistafa jî got: "PKK li hember gelek hêzên terorîst şer kiriye, yên ku êrişî Efrînê kirine terrorist in û yên ku ji hebûna xwe şer kirine PKK`ê  ne terorîstan jin û zarokên kurd dan ber kuştinê`.

/kr/uploads/files/2022/01/25/200425_hor-mostafa.webp

Hûriyê Mistefa wiha anî ziman:"PKK rastiya jinê bi wê da nasîn û ew di nav civakê de kir xwedî roleke mezin. Beriya PKK jin tenê ji bo mal, zarok, zilam kar dikir. Piştî PKK jinê xwe weke mirov serbixwe nas kir, yê ku hebûna te û rastiya te bi te bide nasîn ne terrorist e ya ku hebûna te biçewisîne terror e û yên li pişta wan jî teror in."

/kr/uploads/files/2022/01/25/200459_yaldiz-mse.webp

Hevseroka Meclisa navçeya Ehrezê Yildiz Mûsa got: "PKK hemû ol û mezheb di hundir xwe de hembêz kir, PKK a ku bi mirovahiyê diaxivê ye, ji bo parastina nirxê civakê bang dike û nirxên wan diparêze. PKK di Kobanê de sivîl xilas  kir û ew partiye karkeran e ya sivîl, bindest û partiya ku civakê derbixe ronahiyê ye."

Yildiz Mûsa wiha bi dawî kir: "Divê mafên mirovan karê PKK nas bike û netewa demokratîk di nav wan de nas bike, di nav de her neteweyek heye, carinan karê ku PKK dike şaş tê fêm kirin, lê bila her kes bê karê ku PKK dike nas bike. Divê PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin."

ANHA