Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê welatiyek qetil kir

Leşkertên artêşa Tirk a dagirker duh li ser sînor Kobanê gule li welatiyekî reşandin û ew qetil kir.

Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê welatiyek qetil kir
25 ÇILE, 2022   16:46
KOBANÊ

 

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor gule li welatiyê bi navê Mihemed Ehmed ê ji gundê Kor Elî yê rojavayê bajarê Kobanê reşand û wî qetil kir.

Mihemed Ehmed duh dema ku li nava zeviyên xwe yên li nêzî sînor ê bi ser aliyê Tirkiyê ve ji hêla leşkerên artêşa Tirk ve hate hedefgirtin.

Şêniyên gundê Kor Elî îro cenazeyê welatî anîn, ji ber ku duh nikarî bianiya ku her kesê nêzîk dibû guleyên sekvan ew hedef digirtin.

Mihemed Ehmed 26 salî ye û bavê 4 zarokan e.

Ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker welatiyên Kobanê hedef digire. Di vê mehê de gelek caran bi rêya balafirên bêmirov û topavêjan Kobanê hedef girtin, di encamê de 11 welatî birîndar bûn ji nav wan zarok û jin hebûn û hin jî şehîd bûn.

(fr)

ANHA