QSD’ê bîlançoya êrişên Tirkiyê  û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Eyn Îsa hemwextî êrişên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Hesekê eşkere kir û piştrast kir ku wan êriş têk birin û derbeyên xut li çeteyan dan.

QSD’ê bîlançoya êrişên Tirkiyê  û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê eşkere kir
25 ÇILE, 2022   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Hêzên me êrişên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ku di 20’ê vê Çileyê de li dijî girtîgeha Hesekê pêk anîne, têk birin. Hemwextî êrişan, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên bejahî û hewayî li dijî hêzên me û malên sivîlan li Eyn Îsayê pêk anîn.

Di 22’yê Çileyê de, dagirkeriya Tirk bi topan û bêserûber gundên Hoşan, Xalidiyê, Muelek, Mişêrfê, Cehbel, Hîşê, Salihiyê, Qadiriyê, Fatsê û Erîşa ku tê de sivîl hene hedef girtin û di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 11 birîndar bûn.

Di 23’yê Çileyê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl da bi bejahî êrişî gundê Bîr Îsa bikin, lê hişyariya hêzên ew êriş têk bir, di encamê de şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de derket. Bi wê re 10 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, du erebeyên leşkerî û 2 baregehên çeteyan hatin rûxandin.

Bîlançoya şer wiha ye;

10 çete hatin kuştin.

2 çete birîndar bûn.

3 welatiyan jiyana xwe ji dest da."

(fr)

ANHA