Têkildarî dosyaya DAIŞ'ê bang li civata navneteweyî hate kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê û Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê bi daxuyaniyên cûda bang li civata navneteweyî kir ku erka xwe li hemberî gelê herêmê de di şerê li dijî DAIŞ`ê de pêk bîne.

Têkildarî dosyaya DAIŞ'ê bang li civata navneteweyî hate kirin
25 ÇILE, 2022   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê derbarê bûyerên ku li Hesekê diqewimin de daxuyaniyek da û têde bêdengiya navneteweyî şermezar kir û bang li hemû dewletan kir ku erka xwe pêk bînin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji aliyê Hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya herêma Firatê Ronahî Heco ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 20`ê Çileyê 2022`an de komployeke navneteweyî ji aliyê kesên ku hewl dan di 2014`an bi rêya çeteyên DAIŞ`ê Kobanê dagir bikin, hate kirin.

Her wiha hate gotin, di salvegera serkeftina Kobanê de xwestin ji çar aliyan ve plan û komployan li Hesekê pêk bînin û wiha hate domandin: "Bi alîkariya hêzên dewleta Tirk a dagirker, planek ji bo girîgeha Sînaayê birêxistin kirin da ku 5 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên girtî birevînin û armancên ku dewleta Tirk di pêkanîna wê de bi bin ketine, pêk bîne, ew jî revandina wan çeteyan e da ku careke din komkujiyan pêk bînin û Rêveberiya Xweser têk bibin."

Meclisê di daxuyaniyê diyar kir ku hêzên ku DAIŞ`ê li Kobanê têk bir û li Baxozê tune kir, pilanên wan vala derxist dê li Hesekê jî bi ser bikeve.

Di daxuyaniyê de bêdengiya Rûsya û dewletên NATO`yê hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku DAIŞ`iyên girtî berpirsiyariya her kesî ne û xeteriyê li ser tevahî cîhanê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çêdike.

Daxuyaniya Yekitiya Êzidîyan a kantona Efrînê

Girêdayî mijarê bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê, saziyên sivîl ên herêma Efrînê li pêşiya navenda yekitiyê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Hisên Hesen ve hate xwendin.

/ar/uploads/files/2022/01/25/143440_hsyn-hsn.webp

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber bêdengiya civata xeteriya DAIŞ`ê careke din li Sûriyê û Iraqê û bi awayekî zêdetir derdikeve holê û gefeke cidî li ser aştî, ewlehiya herêmî û navneteweyî de, çêdike.

Her wiha hate diyarkirin ku xeteriya DAIŞ`ê bi eşkerekirina niyetên dewleta Tirk di hilweşandina rêveberiya ciwan de û destekdayîna ji malbatên rêxistina DAIŞ`ê û komên din ên terorîst re, zêde dibe.

Yekitiyê da zanîn ku civata navneteweyî nexasim Koalisyona Navneteweyî ya li dijî terorê, berpirsa berdewamiya xeteriya derketina DAIŞ`ê ye û bang kir ku li hember xetertirîn dosyayên serdemê hişyar be û tedbîrên pêwîst bigre da ku hewldanên dewleta Tirk di vejandina DAIŞ`ê de rawestîne.

(bx)

ANHA