​​​​​​​Sûad Hesen: PKK`ê ne terorîst e, lê  şerê terorîstan kir

Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen diyar kir ku PKK`ê ne teror e, lê belê şerê terorîstan li herêmê kir û got, banga rakirina navê wê ji "lîsteya terorê" erka her kesî ye.

​​​​​​​Sûad Hesen: PKK`ê ne terorîst e, lê  şerê terorîstan kir
25 ÇILE, 2022   05:08
HELEB – ARIF SILÊMAN

13`ê Kanûna 2021`an Însiyatîfa Edaleta ji bo Kurdan a navneteweyî " kampaniyeke ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" ya Yekitiya Ewropa û Amerîkayê ragihand. Ji  30 dewletan,  zêdetirî 100 hezar kesayetên navdar, parlementer, nivîskar, akademisyen, çalakvan û siyasetmedar tev li kampanyayê bûn.

Kesayeta welatparêz  Sûad Hesen sala  1989`an bi rêya şehîd Şîlan Kobanê  ya ku serdana mala wê li taxa Şêxmeqsûd kir, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir.

Di salên 90`yî de Sûad Hesen bi hejmareke ji hevalên xwe dest bi xebatên cebhewî li Helebê kir. Fikirên PKK û rêber Abdullah Ocalan belav kir û şênî bi rêxistin kir.

Sûad Hesen derbarê rakirina navê PKK`ê ji "lîsteyên terorê" ji ANHA`yê re wiha axivî: "PKK`ê ne teror e. Wê şerê terorîstan kir û çeteyên DAIŞ`ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin, têk bir."

Derbarê xistina navê PKK`ê nava "lîsteyên terorê" de ji aliyê dewletên desthilatdar ve Sûad Hesen ev tişt got: "Dewletên cîhanê, di serî de DYA`yê û dewleta Tirk navê PKK`ê xistin nava "lîsteyên terorê". Ji ber  ku ev partî mafên gelê Kurd û gelên bindest ên ku banga azadiyê dikin, diparêze."

Sûad Hesen destnîşan kir ku armancên PKK`ê belavkirina aştî û demokrasiyê ye û wiha domand: "Ji ber projeya PKK`ê demokratîk e û armanca wê belavkirina aştiyê ye, bi hezeran ji gelê Kurd û alîgirên wan tev lê bûn."

'DI NÊRÎNA DEWLETA TIRK DE HER KURDEK TERORÎST E'

Sûad Hesen di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Her Kurdek ku baweriya wê/î bi demokrasiye heye li gel dewleta Tirk terorîst e. Ji ber ew li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan dimeşin. Bi van fikiran li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe didin. Armanca van êrişan têkbirina projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin. Bidawîkirina aloziya li Rojhilata Navîn di rakirina navê PKK`ê ji "lîsteyên terorê" û rakirina tecrîdê ji ser rêber Ocalan de ye."

Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga rakirina navê PKK`ê ji "lîsteyên terorê" erka gelê Kurd û gelên herêmê ye."

(bx)

ANHA