‛Tişta li Hesekê dibe berdewama fermana Şengal, dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ye’

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kiryarên li Hesekê bi berdewama fermana Şengal, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wesif kirin û da zanîn ku divê rêxistinên navneteweyî û hiqûqî sûcên dewleta Tirk a dagirker û desteka wê ji rêxistina DAIŞ`ê û komên din re, eşkere bikin. Ji ber xeteriyê li ser aştiya cîhanê çêdikin.

‛Tişta li Hesekê dibe berdewama fermana Şengal, dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ye’
24 ÇILE, 2022   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Mala Êzidiyan de ev hate destnîşankirin: "Bê guman tişta niha dibe ne tenê îsyana li girtîgeha terorîstan e, lê belê ew derbeyeke bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker e, da ku rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst zindî bibe û dewleta tê xwestin ava bikin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî armancên xwe misoger bikin."

Tişta niha diqewime, berdewama fermana Şengalê ye ku hebûna êzidiyan û kurdan hedef digire, pê re jî hebûna gelê resen ê Rojhilata Navîn, her wiha berdewama kiryarên li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên Sûriyê ne, da ku teoriya yekol û yekmezheb pêk bînin. Li aliyekî din jî şerê pêşketina heyî û şaristaniyê bikin. Li kêleka van  kiryarên niha li Hesekê pêk tên ku koçberên Sûriyê hembêz kiriye, di heman demê de bûye sembola israra têkbirina rêxistina terorîst, tiştê balkêş ew e ku rêxistinên navneteweyî û hiqûqî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne û destekê dide rêxistina DAIŞ’ê û komên din ku xeteriyekê li ser aştiya cîhanê çêdikin, eşkere nake.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku tişta niha li Hesekê ji sûc û êrişan pêk tê, ew e ku êrişeke bêserûber e û eşkerekirina maskan ji ser rûyan in. Sûcên ku piştevanê terorê dike dûrî hemû pîvanan e, gelo çawa cîhaneke îdia dike ku bi nirxên exlaqî û mafên mirovan bawer e vî tiştî qebûl dike.

(eh)

ANHA