Hemdan El-Ebid: Ma Şamê sûcên li girîgehên Tedmur û Sêdnaya ji bîr kir!

Hemdan El-Ebid bertek nîşanî daxuyaniyên rejîma Şamê yên ku QSD’ê sûcdar dike, da û sûcên rejîmê yên li girtîgehên Palmîra û Sêdnaya anîn bîra hikumeta Şamê.

Hemdan El-Ebid: Ma Şamê sûcên li girîgehên Tedmur û Sêdnaya ji bîr kir!
25 ÇILE, 2022   02:48
REQA – XALID EL-CÛMA

Şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê roja Pênşemê bi erebe û motorsiklêteke bombebarkirî êrişî girtîgeha Xiwarê kir ku bi hezeran çeteyên DAIŞ`ê têde ne. Li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê de, şer derket.  Şer li derdora girtîgehê berdewam dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid li ser mijarê ji ANHA'yê re axivî.

Hemdan El-Ebid di destpêka axaftina xwe de sivîl û şervanên ku di êrişê de şehîd bûne bi bîr anîn û diyar kir ku armanc ji van êrişan têkbirina aramaniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hemdan El-Ebid wiha domand: "Di rojên dawî ji êrişên li dijî girtîgehê de, me nas kir ku ev planeke sûcdarî ye. Beriya wê jî çend hewldan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, dema kampa Eyn Îsayê berdan, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û girtîgeh topbaran kir da ku girtiyan berde."

Hemdan El-Ebid bal kişand ser helwesta navneteweyî û got: "Heger civaka navneteweyî li bangên Rêveberiya Xweser ên derbarê terorîstên ji hemû cîhanê û bi nasnameyên cûda ku piştî têkbirina DAIŞ`ê hatine  girtin, guhdar kiriba ev êriş çênedibû."

El-Ebid îşaret pê kir ku xeteriya DAIŞ'ê ne tenê li ser herêmekê ye, di heman demê de li ser tevahî cîhanê ye û wiha pêde çû: "Ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê me gelek caran bang kir. Ji ber ku xeteriya DAIŞ`ê ne tenê li ser herêmê, lê belê li ser hemû cîhanê heye. Çeteyên ereb û ewropî hene divê li gorî qanûna navneteweyî li welatên xwe werin darizandin, lê kêm dewletan bersiva bangê dan."

Hemdan El-Ebid di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Civata navneteweyî xwe ji wan kesên terorîst xilas kir û weke bombeyekê li herêmên me hiştin. Ji ber ku girtîgeha Xiwêran û kampa Holê ji mezintirîn kombûnên terorîstên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ne."

El-Ebid banga xwe ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyan û vegera terorîstan li welatên wan dubare kir.

El-Ebid destnîşan kir ku êrişên li ser girtîgehê hemwextî topbarana li ser navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê û êrişên hewayî yên li ser Iraqê pêk hatin û ev tişt diyar kir: "Ev hemû peyameke DAIŞ û alîgirên wê ji cîhanê re ku DAIŞ hîna heye."

El-Ebid bal kişand ser daxuyaniyên hikumeta Şamê yên derbarê êrişên li ser girtîghê de û got: "Daxuyaniyên hikumeta Şamê ku dibêje sûcên QSD`ê û Koalisyona Navneteweyî gihaştine asta sûcên şer, cihê şemê ye. Ma hikumeta Şamê sûcên ku li girtîgeha Sêdnaya û Tedmurê (Palmêra) dikirin, ji bîr kirin!? Ma topbarana dewleta Tirk li ser Efrîn, Eyn Îsa û herêmên sînor nabîne ku her roj welatiyan dike hedef û armanca wê ji vê yekê ew e ku şêniyan neçarî koçberiyê bike û zêdetir herêman dagir bike."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina tevahî cîhanê de 11 hezar şehîd dan û 25 hezar jî birîndar bûn."

(bx)

ANHA