El-Herîrî xebata siyasî taloq kir

Serokê hikumetê yê Lubnanê yê berê Seed El-Herîrî ragihand ku dev ji xebata siyasî berda û bang li malbata xwe ya di şepêla "El-Musteqbel" de kir ku heman yekê bike, xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê hilnebijêrin û çi pêşniyarên ji şepêla "El-Musteqbel" an jî bi navê wî nekin.

El-Herîrî xebata siyasî taloq kir
24 ÇILE, 2022   17:50
BEYRÛT

Serokê hikumetê yê Lubnanê yê berê Seed El-Herîrî got: "Piştî sîuqastkirina serok Refîq El-Herîrî diviyabû ez projeya siyasî ya Refîq El-Herîrî berdewam bikim, lê ew jî ne ku malbata El-Herîrî di siyasetê de bimîne, lê ji ber tiştekî girêdayî proje, rêgez û rewşan e."

El-Herîrî wiha domand: "Projeya Refîq El-Herîrî bi du fikireyan tê destnîşankirin. Ya yekemîn, ew e ku şerê navxweyî li Lubnanê çênebe û ya duyemîn jî jiyaneke baş ji lubnaniyan re pêk bê. Ya yekemîn bi ser ket, lê ya duyemîn baş bi ser neket."

El-Herîrî ev tişt anî ziman: "Têkildarî pêkanîna erka berpirsiyartiyê, min bi tenê bersiva şoreşa 17’ê Cotmeha 2019’an da û hikumeta min îstîfa kir. Min bi tenê piştî karesata 4’ê Tebaxê li Beyrûtê hewl da rêbaza xebatê bi rêya hikumetê biguherînim. Lubnanî di her du rewşan de dizanin encam çi bûn."

El-Herîrî da zanîn ku ji ber ew bawer bû ku tu derfetên erênî ji lubnaniyan re digel serweriya Îranê, tevliheviya navneteweyî, parçebûna neteweyî, mezhebperestî û paşguhkirina dewletê, tune bû ragihand ku xebata siyasî taloq dike û bang li malbata xwe ya di şepêla El-Musteqbel de kir heman gavê biavêjin. Li kêlek wê jî tu kes xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê pêşniyar nekin.